top of page

Hevpeyvîn: Hejar Memozînî

 

     Zîna Botan, endameke diyar bû nava k'oma «Zerdeştê Kal», ku gelek xizmet ji bo doz û mûzîka k'ur'dî ji nava k'omê kiriye, lê di van demên dawiyê da ji k'oma «Zerdeştê Kal» vebû ye û xebata h'unerî domandin. Bi navê «Mem û Zînê Botanî» û piştî jî yekem alboma xwe bi navê «Birîndar bûm» der xistin bi navê xwe,  wan (7) albom jî li nav k'omê derxist bûn, ji bo pirtir agahî û hindik pirsên din war ev hevpeyivîne pêra best.

 

War: Çawa bû hûn ji k'oma «Zerdeştê Kal» vebûn?

 

Zîna Botan: Me dixwast h'unerî bi navê xwe va bidomînîn, ji ber wê em vebûn ji k'oma «Zerdeştê Kal».

 

War: Kesek hebû di nava malbeta we da, ku bandor wî li ser te hebe?

 

Zîna Botan: Bavê min, ji ber ku di nava mûzîka k'ur'dî da bû, ew bandoreke gelek mezin li ser min kir.

 

War: Wisa nabînin, ku piştî hûn ji k'oma «Zerdeştê Kal» vebûn, hindik windabûn?

 

Zîna Botan: Raste demekî ev ji ber wî sedemî û windabûn di mîdiya da, lê piştî em ji k'omê vebûn û êkem albom bi navê «Birîndar bûm» me derxist dîsa em vegeriyan ser nav û dengiya xwe.

 

War: Têksta stranan hûn bi xwe dinivîsînîn?

 

Zîna Botan: Ev şansek p'ir mezne, ku em di aliyê têkstê stiranan jî başin û têkst ji bo stranên xwe dinivîsînîn.

 

War: Xebata h'unerê di Êwropa yê da çawa bi rê va diçe?

 

Zîna Botan: Mixabin, gelek astengî di himber h'unerî da çê dibe li Êwropa yê, ji ber wê jî em nikarin albomên xwe di Êwropa da çê bikin.

 

War: Germî û coş di mûzîka k'ur'dî da weka berê maye?

 

Zîna Botan: Ji ber ku stranbêjên cûre-cûre derk'etine, qîmeta k'ur'dî nehîştine, her wisa dibînin, ku stranbêjek dengê wî xwaş nîne û negihîştiye astekî baş, kanalên k'ur'dî wî mîna h'unermendek baş derdixin, mixabin, ev pirs qîmeta h'uner û mûzîka k'ur'dî kêm dike, ji ber wê jî ez dibêjim hindik stranbêjên nûh ji qîmeta h'unerê k'ur'dî nizanin û qîmeta h'unerî nehîştine.

 

War: Çawa h'unerê k'ur'dî dê vegere bo coşî û germiya berê?

 

Zîna Botan: Rêbaza dengbêj û h'unermendên ku anîne vê qunaxê, em pirtir zengîn bikin, her wisa ew stranbêjên, ku h'unerê wan di gel h'unerê k'ur'dî nagunce, dibe di kanalên k'ur'dî pûte mîna h'unermendekî resen nehêt dan bi wan ra.

 

War: Dibe h'uner ji bo berjewendiyên aliyên siyasî bihêt bi k'ar anîn?

 

Zîna Botan: Çu dema nabe h'unerê miletekî ji bo hindik berjewendî alî û aliyên siyasî bihêt bi k'ar anîn, dibe h'uner bi xwe azad be, ji ber ku h'uner ji bo berjewendiyên aliyên siyasî bên bi k'ar anîn, êdî girîngî gelek bi h'unera miletekî nayê dan.

 

 

 

 

 

 

 

 

http://www.rojnamawar.com/direjyae.php?page=view&id=4515&z=2

ZÎNA BOTAN

bottom of page