top of page

Serokê koma têatra "MEDIYA" - derhênar, artîst û dramatûrg - Şalîko Bêkes

Sala 2006-an da di bajarê Moskva yê, Şalîko Bêkes careke din koma têatrê ava kir.  4 meha Adarê çend genc kom bûn, civîna xwe derbas kirin û biriyar standin, ku xebata xwe despê bikin. Eynî ser wê civînê jî qirar dan bi piyêsa "YÊN XWEDÊ JI WAN STANDÎ" (bi nivîsa Ş. Bêkes) despêkin. 

Heta sala 2013-a koma têatrê çar şano, bi navê: "Yên Xwedê ji wan standî", "Pey qaçaxa rastiyê", "Gul bê strî nabin" û "Qurban" amade kirin û diyarî temaşevanên xwe kirin. Her çar ew şano jî di fêstîvala Moskva yê da "Moskva - bajarê aşitiyê" da ciyê xwe girtin bi xelat û hurmet.

 

 

 

В 2006-ом году, в Москвеб по инициативе Шалико Бекаса, в очередной раз была организована театральная труппа. 4-го марта несколько молодых парней и девушек собрались с тем, чтобы начать свою работу. На собрании было решено начать с пьесы "БОГОМ ПРОКЛЯТЫЕ" (автор Ш.Бекас).

​До 2013 года коллектив театра приготовили четыре пьесы: "Богом проклятые", "В поисках правды", "Розы без шипов не бывают" и "Жертва". Все четыре пьесы проходили в рамках московского фестиваля "Москва - город Мира" и отмечены наградами и вниманием.

Художественный руководитель театра "МИДИЯ" - режиссер, актер и драматург - Шалико Бекас

Teatra Avesta, di sala 2003'an de bi rêberiya Aydin Orak hatiye damezirandin. Kom lîstikên xwe bi zimanê kurdî dilîze. Avesta lîstika xwe ya yekemîn a profesyonel di 2005'an de a bi navê Rojnivîska Dînekî bi wergera Aydin Orak derxiste ser dikê û him li welat him jî li derveyî welat çar salan bi dehan caran hat sehnekirin. Di sala 2007'an de lîstika Azîz Nesîn a bi navê Tu Ne Gara Yî ji aliyê Turgay Tanulku ve derket ser dikê. Lîstika jiyana Musa Anter a bi navê Araf/Di Navbera Du Welatan De ji aliyê Cîhan Şan ve hat nivîsîn û Aydin Orak derhênerî û lîstikvaniya wê kir. Araf li Swêd, Avusturya, Swîsre, Elmanya û bi dehan bajarên Tirkiyê û Kurdistanê hat sehnekirin. Li Festîvala Navnetewî a Enqere hat lîstin û Xelata Şanoyê A Lîonsa girt. Û bû berendamên xelata Kovara Tiyatro... Avesta, di 2009'an de berhema Harold Pînter "Zimanê Çiyê" û Mehmed Uzun "Mirina Egîtekî" bi derhêneriya Aydin Orak wek "Mirina Zimanekî" derket ser dikê. Teatra Avesta lîstika Daf ku Aydin Orak nivîsiye piştî 18. Festîvala Şanoyê a Navnetewî a Stenbolê, di 17. Festîvala Navnetewî a Şanoyê a Enqerê de jî derket ser dikê.

Театр "Авеста" образовался в 2003 году, под руководством Айдин Орака. Свои постановки театр осуществляет на курдском языке. Впервые профессионально коллектив выступил на сцене в 2005-ом году спектаклем "Дневник одного сумасшедшего", в переводе Айдина Орака и в течении четырех лет, как на Родине, так и за ее пределами пьеса со сцены не сходила. В 2007-ом "Авеста" осуществил еще одну постановку Азиза Насина "Ты не Гара" под руководством Тургая Танулку. Следующая постановка была о жизни Мусы Антара "Араф", инсценировку которой написали Джихан Шан и Айдин Орак, это был моноспектакль, в котором играл Айдин Орак, он же и постановщик. "Араф" был представлен на сценах Швеции, Австрии, Швейцарии, Германии, а также десятков городов Турции и Курдистана. Участвовал в Международном Фестивале в Анкаре и был награжден театральной премией "Лев". Также был лауреатом премии Театрального Журнала... В 2009-ом "Авеста" вывела на сцену две новеллы Г. Пинтера "Язык гор" и М. Узуна "Смерть одного героя" в постановке Айдина Орака под общим названием "Гибель одного языка". Постановкой "Даф" (автор Айдин Орак) театр "Авеста" принял участие в 18 Международном театральном Фестивале Стамбула и в 17-ом Международном Фестивале Театров Анкары.

Serwêrê têatra "AVÊSTA" - derhênar, nivîskar û artîst - Aydin Orak

Руководитель театра "АВЕСТА" - режиссер, писатель и актер - Айдин Орак

TÊATRA ELEGEZÊ

K'urdên Soviyêta berê, yên ku li Ermenîstanê diman, serê ser da p'ir jêhatî bûn û t'im xwe ji kûltûr û çanda miletê xwe neqetandine, hela wê zêdetir - stranên xwe, reqasên xwe t'im bedew, geş dikirin û pêş dixistin. Hela hê salên sîyî-çilî da li her deverê çandê da wan xwe pêş dixistin; mînakek ji wan Radiyo ya Êrêvanê (bi k'urdî), rojnama "R'iya T'eze" û, hemikî, têatra wan, a dramatîk. Salên 1947-an da wê têatrê statûsa Dewlet stand. Ewil ev careke yekemîn di dîroka k'urda giştî da, wekî têatra wan vê statûsa bilind distîne. 

АЛАГЯЗСКИЙ ТЕАТР

Курды бывшего СССР, проживающие в Армении, изначально отличались своей прытью и никогда не отдалялись от своей культуры и фолклора, более того - всегда обогощали и продвигали свои песни и танцы. Еще с тридцатых-сороковых годов прошлого века они принимали самое активное участие в развитии своей культуры; так, например, ереванское радио (на курдском), газета "Рйа Таза" ("Новый путь") и, конечно же, драматический театр в с. Алагяз. Примерно в 1947-ом году театру присвоили статус Государственного театра. Впервые за всю историю курдов их театр обрел столь высокий статус.

Di p'ayt'exta Gurcistanê, bajarê T'ilbîsê da têatra k'urda hat saz kirin 4 meha Îlonê sala 1979-an. Bi înîsiyatîva Yûra Nabîyêv (Anqosî), Şamilê Nadîrov, Şalîko yê Miraz Cangoy (Şalîko Bêkes), K'eremê Anqosî - gelet xebat dihat kirin, heta merema dilê wan bû. Û di wê roja nav-nîşan têatir hat vekirin bi serwêrtiya şayîrê k'urd Cerdo yê Esed. Çend meha têatrê xwe girt, rehmetiyê Cerdo giraniya k'arê têatrê zevt nekir û ew bar dane ser milê Mirazê Ûzo Cafarov (rojnamevanê rojnama ermeniya di Gurcistanê da "Sovêtakan Virastan" ("Gurcistana Soviyêtê")). Têatrê 13 sal e'mir kir û 13 şano amade kir. Şano ya ewil ya piyêsa Eskerê Boyîk "Sinco qîza xwe dide mêr" têatir li temaşevanên xwe da nasîn.

 

 

 

В столице Грузии, г. Тбилиси, 4-го сентября, 1979 года, впервые образовался курдский театр. Этому предшествовала инициатива Юры Шамиловича Набиева (Анкоси), Шамила Надирова, Шалва Муразовича Джангои (Шалико Бекас) и Караме Анкоси и долгий, кропотливый труд в бюрократических формальностях - в конце концов цель была достигнута и театр открылся под руководством курдского поэта Джардое Асада. Через несколько месяцев, ныне покойный Джардое Асад понял, что не потянет столь тяжелую ношу и бразды управления передал журналисту армянской газеты в Грузии "Советакан Врастан" ("Советская Грузия") Муразу Узоевичу Джафарову. Театр просуществовал 13 лет и осуществил 13 постановок. Первая премьера театра состоялась 30 мая 1980 года спектаклем "Снджо выдает дочь замуж", курдского писателя Аскаре Бойик. 

Şanoya Dr. Asena ya Bajar a Şaredariya Amedê ku di sala 1990î de di bin Derhêneriya Giştî ya Hunerê ya Ziya Demirel de vebû, heman salê bi lîstika Orhan Asena a bi navê Atçali Kel Mehmet (Mehmetê Keçel ê Atçayî) perdeyên xwe vekirin. Di navbera salên 1990-1993yan de lîstikên bi navên ÖÇ (Tol), ANA (Dayik), ÖLÜMÜ YAŞAMAK (Jiyana Mirinê), CİNLER DEĞİRMENİ (Aşê Cinan – Lîstika Zarokan) MİDASIN KULAKLARI (Guhên Mîdasî), GÖNÜL AVCISI (Nêçîrvanê Dilan), ÇIKMAZ SOKAK (Kuçeya Kor), AYININ ZAFERİ(Serkeftina Heyvê – Lîstika Zarokan) GÜLEN TORBA (Kîsê Kenoke – Lîstika Zarokan) HADİ ÖLDÜRSENE CANİKOM (De Bikuje Canê Min) bi derhêneriya Ziya Demîrel derketine ser dikê.

Bi Veysel Ongorenê ku di sala 1993yan de bû Serekrejîsor re lîstikên bi navên ÖZGÜRLÜĞÜN BEDELİ (Berdêla Azadiyê), CARRAR ANANIN SİLAHLARI (Çekên Carrara Dayik), KURALLA KURALDIŞI (Derzagoniya Zagonî), YALAN (Derew), KÖŞE KAPMACA (Kuncgirtinok), ADEMİN KAVUĞU (Kumê Adem), KADINLARDA SAVAŞI YİTİRDİ (Di Şerî de bi Jinan Têk Çû) hatine lîstin. Di vê serdemê de gelek turneyên herêmî pêk anîn û beşdarî festîvalan bû.

Di sala 1994an de Derhênerê Giştî yê Hunerê bû Cuma Boynukara û wê salê lîstikên bi navên BEKÇİ MURTAZA (Murtezayê Pasdar), MEM İLE ZİN (Mem û Zîn) derketine ser dikê.

Please reload

Şanoya Bajar ku di sala 1999an de di bin Derhêneriya Giştî ya Hunerê ya Mete Ayhan de dîsa civiya lîstikên bi navên ALADAĞLI MIHO (Mihoyê Aladagî), SİLVANLI KADINLAR (Jinên Farqînî), ÖLÜM ve KIZ (Mirin û Keç) û BARIŞ ADASI (Girava Aştiyê) derxistin ser dikê.

Di sala 2000î de Metîn Boran bû Derhênerê Giştî yê Hunerê yê Şanoya Bajar û di wê serdemê de lîstikên wekî MAHMUT ILE YEZIDA (mahmut û Yezîda), SACCO ILE VANZETTI (Sacco û Vanzettî), BIR DUS UC HASRET (Xewnek Sê Bêrî), ZENGIN MUTFAGI (Mutbexa Dewlemendan), OZGURLUK OYUNU (Lîstika Azadiyê), ÖLÜMÜ YAŞAMAK (Jiyana Mirinê), TAZIYE (Serxweşî), LYSISTRATA, AZIZNAME û GOZORT, SARKILARMIZ OLMESIN (Bila Stranên Me Nemirin), SEVDALI BULUT (Ewrê Evîndar) derxistin ser dikê.

Piştî ku di serdema 2004-2009an de Mehmet Gunduz bû Derhênerê Giştî yê Hunerê, perdeyên şanoyê bi lîstika bi navê BİR ANARŞİSTİN KAZA SONUCU ÖLÜMÜ (Bi Qezayê Mirina Anarşîstekî) vebûn û bi lîstikên kurdî yên bi navên Cembelî û Binefş,Kelemê Evînê, Mala Dînan û Mala Extiyaran dewam kir. Li gel van lîstikan, lîstikên bi navên HADİ ÖLDÜRSENE CANİKOM (De Bikuje Canê Min), HANELER (Xane), ÖZGÜRLÜĞÜN BEDELİ (Berdêla Azafiyê), DULLAR-KAYIPLAR ve ISLIK SEVER MAX (Yên Bî-Winda – Maksê ji Fîskanîhez), KURŞUN ASKERİN UTANCI (Şerma Leşkerê Pêlîstok), SİHİRLİ ÜLKE (Welatê Bisêr), YAŞAR NE YAŞAR NE YAŞAMAZ (Yaşar Ne Dijî Ne Jî najî), TU Kİ YE, ŞOK DURUMLARI (Rewşên Şokê), ÇIYA GIHÎŞT BEHRÊ derketine ser sehnê.

Please reload

Şanoya me di sala 1993yan de ji Wezareta Çandê statuya Şanoya Bajar wergirt, lê piştî ku di sala 1995an de Partiya Refahê hilbijartina herêmî qezenc kir, rêveberiya nû ya Şaredariyê ev statu fesh kir.

 

Di sala 2010an de Ruknettîn Gun bû Derhênerê Giştî yê Hunerê yê Şanoya Bajêr û bi derhêneriya Luciano Îogna lîstika bi şêweya Şanoya Forumê ya bi navê Zimanê Çiya derkete ser sahnê. Heman serdemê bi derhêneriya Haldun Dormen lîstika muzîkal ku wî nivîsandiye ya bi navê Çîrokeke Zivistanê derkete ser dikê.

Teatra Sî, di adara 2012'an de ava bû. Di serî de em dixwazin tekstên şanoya Kurdî û ji wêjeya modern a Kurdî, roman û çîrokan adepteyî şanoyê bikin. Ji hemû çavkaniyên rabirdûya şanoya Kurdî, ji 1918'î tekstên ku gihîştine heta dema em tê dijîn û bi tecrûbeyên Başûr û Sovyetê, heta ji destê me bê emê ji temaşevanên Kurdî re derxin ser sehnê. Di şanoya Kurdî de lêgerînên nû û di navbera wêjeya klasîk û sehneyê de emê li têkiliyên nû bigerin.

Театр "СИ" образовался в марте 2012 года. Для начала мы хотим курдские пьесы и современные курдские тексты, романы и повести, адаптировать на нашей сцене. Все что ставилось на курдских сценах, начиная с 1918-го года и по сей день и все работы, которые велись на Юге и в СССР, по возможности мы будем возрождать их и ознакамливать с курдским зрителем на нашей сцене. Мы будем в поисках новых возможностей для курдского театра и в материалах классиков будем искать новые подходы.

bottom of page