top of page

Şehrîbana Kurdî di sala 1973an da li Îzmîrê di nava malbateke nîv h'alxwaş da hat dinê. Bavê wê k'armendekî dewletê bû û ji bona wê jî ew ji K'urdistanê hatibûn bajarê Îzmîrê li Tirkiyê. Malbata Şehrîbanê bi e'silê xwe ji gundê Xûrsê yê girêdayî bajarê Qiziltepe (Girê Sor) li bajarê Mêrdînê ne. Ew ji e'şîretaÛmeriyên herêma Mêrdînê ne ku di nava vê e'şîretê da gelek hunermendên din yên mîna (Miradê Kinê) jî rabûne. Herêma jiyana malbata Şehrîbanê ji aliyê xwe yê dîrokî p'ir kevnar û xwediyê çand û h'unereke dewlemend e.

  Sala 1983an Şehrîban hê 13 salî bû, ku di kêbirkiyeke mûzîkê ya salane da di nava h'emû xwendevanên bajarê Îzmîre da yekemîn derk'et. Kêbirkî ji aliyê Mûzîka Gel a Tirkî (Turk Halk Müziki) hatibû organîzekirin. Ji aliyê xweşiya deng û hostatiyê da Şehrîban di nava 32 kesên ku di kêbirkiyê da beşdar bibûn, pileya yekemîn bi dest xist û hat xelat kirin. Strana ku di wê rojê da Şehrîbanê xwend bi zimanê tirkî bû.

  Şehrîban di destpêkê da bi teşwîqa xaleta xwe ya bi navê Soreya yê ku p'ir jî dengxwaşe û piştra jî bi piştgiriya bav û endamên din yên malbata xwe dest bi k'arê stranbêjiyê kir û niha jî li bi awayekî bilinditir li ser h'unera xwe disekine.

  Şehrîban di jiyana xwe ya malbatî û hunerî da xanimek p'ir bi şexsiyet û bi dîsîplîne. Ji bona wê jî ew hert'im di wê baweriyê da ye ku: «Ger stranbêjek bixwaze strana hunermendekî kilasîk yê Kurd bixwîne, divê heqê wê stranê baş bidê. Yanî bila an stranê baş bixwînin an jî dema nikarin vî k'arê han pêk bînin, stranê xerab nekin».

  Dema ku Şehrîban stranên Meryem Xanê dixwîne, mirov k'eyfxwaş dibe ku piştî gelek salên dûr û dirêj cîgireke wê peyda bû ku bi hiss û hesetên gelek bilind careke din nav û hunera wê li ber ç'e'vên me zindî dike. Ji aliyekî din va ew dibêje: «Ez mirovek oldarim, lê Xwedê dengek daye min û ez dixwazim bi rêya dengê xwe xizmeta gelê xwe yê bindest û bêmaf ji bo standina azadî û serxwebûnê bikem.»

  Şehrîban xanim bi kesayetiya xwe ya K'urdewarî, exlaq û pirensîpên xwe yên civakî û kesayetî jî di nava gel da navekî bi hurmet û bilinde. Ji bona wê jî gel di warê civakî û exlaqî da jî ji vê xanima Kurd p'ir h'iz dikin. Di vî berhemê giranbiha da Şehrîban bi wî dengê xwe yê îllahî çar hunermendên Kurd jî bi bîr tîne: H'esen Cizîrî, Meryem Xan, Kawîs Axa û H'esen Zîrek.

Şehrîban dayika çar zaroka: Navdar, Pîroz, Hîvî û Narîn (kur'ek û sê keç') a ne. Malxê Şehrîbanê, kek Şêrko jî di warê hunerî mirovekî Pêşk'etî ye. Helbestvanekî başe. Gellek helbestên Kek Şêrko ji hêla Hunermenda hêja Şehrîbana Kurdî va hatine Xwandin. «Gerillayê Qehreman», «Yekîti», «Bariş», «Dayka savaş». Serkarî ü rêwebiriya Cd ya "Evîna stranan" bi t'emamî ji hêla kek Şêrko va hatiye brêvebirin. Kek Şêrko hem di warê malbatî û hem jî di warê Hunerî da hert'im piştgîriyê dide xanima xwe ya hêja Şehrîbanê.

Şehrîbanê sala 1987an di xwendingeh û merasimên malbatî da dest bi stiranê kir, lê bi awayekî profesyonal ji sala 1991an dest bi t'omarkirina stranên xwe kir û di wê salê da yekemîn kasêta xwe ya bi navê «Ez Keç'im, Keç'a K'urda me" di nava gel û mûzîkhezên Kurd da belav kir. Beriya wê salekê li ba hunermendên pispor li ser t'erbiyetkirina dengê xwe k'ar kiribû û dizanî ku çawa qirka(gewriya) xwe ji bo strana lorîkên Kurdî bik'ar bîne.

  Di wan salan da ku ji ber pêşkeftina rewşa siyasiya K'urdan li bak'ûrê K'urdistanê zimanê K'urd ne bi awayekî fêrmî serbest bibû, gelek kesên din jî hatibûn meydana huner û stranbêjiyê, lê di demeke kin da nav û dengêŞehrîbanê ji sînorên bak'ûrê K'urdistanê derbas bû û h'eta di nava azerî, tirk û e'reban da jî kasêtên wê hatin guhdarkirin. Ev jî tiştekî sirûştî bû, ji ber ku Şehrîban xwediya dengekî p'ir xwaş, bilind û bi awayekî gelek baş jî dest bi k'arê xwe yê hunermendiyê kir. Li sala 1992an kasêta wê ya duyemîn «Sor Gula Min» li Tirkiyê, li sala 1993an kasêta sêyemîn «Yek, do, sê» li Tirkiyê û li sala 1995an da jî kasêta wê ya çaremîn «Ez Hatim» li Elmanya di nava gel da bi awayekî berfireh hatin pêşwazî kirin.

  CD û kasêta herî dawiyê hunermenda K'urd Şehrîbanê bi berpirsyartiya mamostayê mezin Dilşad Sehîd bi dawî anîye. Navê vê albomê «Evîna Stranan» e.

ŞEHRÎBANA K'URDÎ

bottom of page