top of page

 

T'ÊATRA K'UR'DA b. T'ILBÎSÊ DA  

 

 

Belkî di h'esabên şano ya da t'êatro yê ne gelek amade kirine, lê wekî em ji destpêka sazkirina t'êatrê da mêze kin û bînin ber nihêrînên xwe; çi kiriye t'êatrê, nav çi ra derbas bû ye, çi cî di dilê andemê xwe da wî girtiye, tê xuya, ku ev salên derbasbûyî - e'mrekî p'ir' dirêje. Ev r'ê ke bi zorî û ze'hmetî ye, lê r'ê ke bexteware ji bo saziya t'êatrê. Her ciyê şaya da gele gilîne bilind û p'aydar tên gotin. Lê em naxwazin vê yekê bikin. E'yda me - herrojiya xebata t'êatrê ye, yên demdirêj, êdî piştî k'arê wanê bingehî. Her yek ji wan, ji rêveberê t'êatrê va bigire, maşoqê k'arê xwe ye dinin, lê t'êatir, bi formal, diha h'ewasî ye, wek mijûlîkî. Lê heger vê yekê di k'omê da bêjî, bawerim, ku wê te fe'm nekin.

 

Ji bo p'ir'aniya artîstên wî ra ew bû kerîkî ji jiyana wan, van salên di t'êatrê da ew wisa nêzîkî hev bûne, wekî niha çetine bêjin, çi ji wan ra cidîtire: çi ew didin t'êatrê, yan çi t'êatir dide wan. Her du jî cidî ne. Û herî sereke ewe, çi t'êatir dide t'emaşevana, yên ku ji zû va ew qebûl kirine û h'iz jî kirine. Çetin tê bawer kirinê, lê dibeka her wan sala da, h'eta t'êatrê xwe xurt dikir, sifetê xwe e'yan dikir, wî çaxî t'emaşevan jî xwe mezin û xurt dikir. Giva cara e'wil, 30 meha nîsanê, ser dik'a me p'er'de vebû û ewê ku odê da r'ûniştibûn zimanê xwe bihîstin, çetine merî bêje k'î diha ber xwe dik'et - artîstên ser dik'ê, yan t'emaşevanên di odê da. Roja prêmiyêrê jî û her rojê ku k'oma t'êatrê şano ya Eskerê Boyîk «Sinco qîza xwe dide mêr» p'êşk'êş dikir, di odê da cî t'une bû, wekî r'ûnên. Ev şano ya yekem bû, ku Gur'cistanê da hat diyar kirin ser zimanê k'ur'dî, cara yekem me t'emaşevanên xwe nêzîkî zimanê dê kir, yê ku h'eta niha bi xeyalekî di dilê her kesî ji me da qewî r'ûniştibû.

 

H'eta roja îro şano ya me bi serk'etî berdewam dibe. T'emaşevan her tiştî begem dike; hunurê artîsta jî, bi serhatiya xwe ye aktûal jî (nenihêrin, wekî van salên dawî gele tişt hatiye guhartin di jiyana k'ur'dên Gur'cistanê da), laqirdiyên gundîtî jî, ew germayî jî, bi k'îjanî artîstên me nêzîkî k'arê xwe dibin. Rêaksiya t'emaşevana t'im di cî da bû, nenihêrin, wekî di nav k'omê da hela yekîtiya hunurê t'am ciyê xwe negirtibû, çi ku dêkorê me jî p'ir' ze'yîf bûn. Lê k'omê baweriya xwe ji xwe tanî, wekî t'êatrê bijî. Ji bo wê yekê em agahdarîke wa cidî didin şano ya xwe ye e'wil, ji ber ku ew bû dilvekirina t'emaşevana jî. Di bajarê T'ilbîsê da, salên dawiya 70-ya, gele cara cêr'ibandin hebû, wekî t'êatrê saz kin, lê t'ucar ser nedik'etin. Dixwastin t'êatra zar'okan jî çê kin, k'ur'dên me ye genc dixwastin, lê dihatin û ser k'omên stran û dîlanê diman. Ji ber vê jî, çaxa di bajêr da afîş derk'etin, bangî ser şanoyê dikirin, geleka hizirîn, wekî vê carê jî wê sazbend ciyê xwe ser dik'ê bigirin... Bi gilîkî, şanoya yekem hat derbas kirin, lê k'oma t'êatrê hela t'am saxlem nîbû.

 

Despêkê, giva me ban kir, ku bêne t'êatrê, yên bi hunur û zên gelek bûn û gelek jî hatin. Lê pêra-pêra gele pirsgirêk çê bûn: gelek ji wan ziman nizanibûn, gelek ji wan jî nizanibûn t'êatir çi ye û çi ji wan tê xwastin. Di wextê sazkirina k'omê (niha nêzîkî 20 merivî tê da k'ar dikin), nifûsê wê tim dihat guhastin û bi wê her cûr'e me'nê xwe hebûn. Gelek ji wan rîtma xebatê teyax nedikirin, mervên xelq jî hebûn. Wê zêde, ber me pir'sgirêka Rohilatê jî derk'et: nav k'omê da keç' kêm bûn, yên dihatin jî, gele wext nediman, ji ber vê jî me zû-zû nikaribû rolên jina bela kira. Hinek keç'ê me mecbûrî diçûn ji t'êatrê, çimkî meznê wan (dê-bav, mêr, xasî-xezûr)nedixwastin. Lê wext diçû, me gav-gav riya xwe berdewam dikir, ser astengiya ra derbas dibûn, û e'ynî sala 1980 da, me prêmiyêreke nûh lîst — şano ya «Cînar» bi piyêsa Gêorgîy Xûgayêv. Careke din bi şano ya «Xecê û Siyabend», ser motîvên folklora k'ur'dî (nivîsk'arê wê Ayîk Bêylêriyan, welger Tosnê R'eşîd), t'êatra me ber ç'e'vê t'emaşevanên xwe ser k'et. Ev piyêsa nêzîkî ruh'ê milete, xeyalên r'onayî hişiyar dike, lê serhatiya evînê dilê her t'emaşevana digire. Hilbet, di şano yê da gele kêmasî jî hebûn, xwastek heye, wekî gele tişt bi cûrekî din bê çê kirin, lê di riya saziya t'êatrê da ev gaveke mezine. Feleka şanoyên me her cûre yî bûn, hineka çend meha îdare kir, ditemirîn, hinek diha aktûal bûn, hinek jî — h'eta roja îro berdewam dibin.

 

Ji sala 1981-ê h'eta niha di rêpêrtûara me da şano ya «Xasî» piyêsa M.Şamxalov, heye, yê ku t'im bi serk'evtin ser dik'ê ra derbas dibe. Nehîniya wê ji vekirî ye: ev komêdiya jiyanê ye, nêzîkî r'uh'ê her kesî ji me ye, hin jî t'ême ke aktûale, k'îjan jî vê şano yê ser dixe. Lîstika artîsta ya vekirî, zû dilê t'emaşevana dik'ir'e, gele tişt di wê da tê nas kirin û nêzîke. Giva me rol nav artîsta bela dikirin, dîsa ji bo me pirsgirêka rola jina derk'et. Artîstê me yî gênc, Şalîko yê Miraz pêşniyara xwe da, ku ew rola bûka ne's bilîze. Me cêr'iband, k'omê begem kir, me ew rol da wî. Ji ber vê jî... em mecbûr man guhastinê bikin nav piyêsê, lêser wê hizrê ne, ku şano bi vê t'enê ser k'et. Pey wê ra me amade kirin «H'eta e'rebe welnegeriyaye» O.Îosêlîanî, «20 deqe t'evî horiyê» A.Vampîlov, «Ji sisiya h'eta şeşa» A.Çxaîdzê, «Ze'va» A. Papayan, «Çiqlê darê» Yû. Vîzbor, «Mala min - ne mala te ye» J. Ananiyan... Şano hebûn, rol hebûn, yên baş jî, yên ne haqas baş jî, dihatin guhartin jî, lê di t'êatrê da her t'im haj armanca xwe hebûn — xudîderk'etina cewarên miletî, r'uh'ên miletî. T'im di bîra me da bû, ku em - t'êatra k'ur'dî ne di Gur'cistanê da, ne ku k'omeke ku bi k'ur'dî dilîze. Gelek ji wan artîsta, yên ku bi bingehî xwe t'êatrê va girê dan, hîç' zimanê xwe nizanibûn. Li vir fêrî wê jî dibûn, lê h'izkirina k'oka xwe, kûltûra xwe e'nî wan meriva anî. Em wê baweriyê da ne, ku t'emaşevanê me her t'im ev yeka t'exmîn dikirin.

 

Van salên dawiyê gelekê derheqa xwenaskirina milet tê gotin. Em îznê didin xwe bêjin, ku t'emaşevanên me, yên ku dihatin ser van şano ya, ji wî ra ev her tişt êdî nas bû. Lê em benda şano ya xwe bûn, em demdirêj ber bi wê diçûn. Û mecaleke wa dest me k'et, piyêsa E'zîzê Ger'denzerî, nivîsk'arê me ye gênc ji R'ewanê «Hêsirên ç'iya» (di t'êatra me da navê wê «... Çiya jî dinalin»). Hema çawa ku me dest bi xwandina wê kir - dilê me girt; ev serhatîke dramatîk di jiyana k'ur'da da ye — hatina ser e'rdê Kavkasiya yê ji T'urkiya yê, yêku mecbûriya sirgûnê kire nav miletê me, r'eva ber kuştinê. Bingeha piyêsê — Cangîr-ax'a ye, r'êberê çend e'şîra, yê ku mala xwe k'oç' kir û r'evîn, berê xwe dan Kavkasiyayê, kesaniya k'îjanî p'ir' bi trajêdî hatiye damezirandin. Hazirkirina vê şanoyê p'ir' ne hêsa bû, salekê zêdetir em xebitîn, gele tişt dihat guhastin. P'ir' xebat ser têkstê jî hat kirin, me xwast, her peyvek bigihînin t'emaşevana. Şano ser germaya diyalogên qehremanên wê dihat girêdan — Cangîr-ax'a, Rostem, gundîkî k'ur'd, û Şêx, yê ku dîwana olî pêş dixist, her yek dixwast rastiya xwe pêş xe. Xênî pirsgirêka sereke — ji dîrokê qebûle veqetandina k'ur'da ji miletê xwe, - bi zimanê t'êatrê gele pirsgirêkên din jî hatin vereşandin, yên ku t'eze, cara e'wil hatin ser zar. Ev pirsgirêka êzdîtiyê ye jî, û nêzîkaya kesaniya Cangîr-ax'a ye jî, û gele tiştê din jî. Şano hat fe'm kirin û qebûl kirin; em gumanin, ku e'mrê wê p'ir' dirêj be. Lê t'êatir dîsa gêje-gêje ger'ê da ye, dîsa haziriya xwe t'evî rasthatina t'emaşevana dike. Û, hilbet, dîsa hîviya piyêsa nûh ye. Bi t'exmînamin, ev piyêsa hat dîtin û vê carê jî — xudiyê wê dîsa nivîsk'arê me E'. Ger'denzerî ye û navê wê jî «Kela Dim-Dim»e. . .

 

NAT'ÊLA ABASwww.ezdixane.ru

 

 

КУРДСКИЙ ТЕАТР в ТБИЛИСИ

 

 

По числу спектаклей, выпущенных за эти годы, может, и немного, а если оглянуться и вспомнить, с чего начинали и что успели сделать, чем стал театр для каждого в труппе, получается, что эти годы - добрая часть жизни. Это многотрудный, противоречивый, но счастливый путь становления театра. На юбилеях принято произносить пышные фразы и трубить в фанфары. Нам бы не хотелось этого делать. Наш праздник - это каждодневные театральные будни, это многочасовая работа, уже после своей основной работы. Ведь каждый, включая руководителя, профессионал совсем в другой области, а театр, формально, скорее увлечение, своего рода хобби. Но попробуй сказать это слово в театре тебя, по меньшей мере, не поймут.

 

Для большинства актеров он стал неотъемлемой частью существования, за годы работы в театре они так сжились с ним, что теперь трудно сказать, что важнее: то, что они дают театру, или что он дает им. Важно и то, и другое. А самое главное то, что наш театр дает зрителю, давно полюбившему и принявшему его. Может, трудно поверить, но за все эти годы, пока театр рос и мужал, обретал свое лицо, рос и воспитывался на спектаклях и наш зритель. Когда 30 апреля 1980 года впервые поднялся занавес на нашей сцене и те, кто сидел в переполненном зале, услышали родную речь, трудно сказать, кто в эти минуты больше волновался - актеры, там, за рампой, или те, кто сидел в зале. В день премьеры и каждый вечер, пока шел наш первый спектакль по пьесе молодого тогда драматурга Аскаре Бойк — «Снджо выдает свою дочь замуж», в театре был полный аншлаг. Это был первый спектакль, сыгранный на курдском языке в Грузии, это было первое зримое приобщение нашего зрителя, не избалованного событиями в культурной жизни, к родным корням.

 

Спектакль у нас идет с неизменным успехом и по сей день. Зрителю нравится все; и мастерство актеров, и актуальность темы (несмотря на то, что в последние годы многое изменилось в укладе курдов, живущих в Грузии), и замечательный сельский юмор, и та теплота, с которой актеры относятся к своим персонажам. Зал реагировал удивительно чутко, несмотря на то, что не было еще необходимой слаженности в актерском ансамбле, что бедными были декорации. Но труппа поверила в свои силы, в то, что театр будет жить. Мы придаем такое большое значение именно самому первому нашему спектаклю потому, что он стал откровением и для зрителя. В конце 70-х годов в Тбилиси было несколько попыток создать курдские театральные коллективы, но особого успеха они не имели. Пытались организовать детский театр, в этом была очень заинтересована курдская молодежь, но дальше создания ансамблей песни и пляски дело не шло. И поэтому, когда в городе появились афиши, приглашающие зрителей на спектакль, многие думали, что сцена и на этот раз будет отдана музыкантам... Итак, сыгран первый спектакль, но сформировавшейся труппы у нас еще не было.

 

Вначале, когда мы объявили набор и стали подыскивать людей, наделенных природным даром и внешностью, к нам многие потянулись. Но сразу возникло много проблем: многие недостаточно хорошо владели языком, другие не представляли себе реально, чего от него ждут в театре. В период формирования труппы (а сейчас в ней работает около 20 человек), ее состав почти полностью обновлялся несколько раз по разным причинам. Многие элементарно не выдерживали ритма работы, были и совершенно случайные люди. Плюс ко всему мы столкнулись с совершенно неожиданной, хотя и типичной для театров Востока проблемой: у нас не задерживались исполнительницы женских ролей. Многие девушки вынуждены были уйти из театра по прихоти родителей или родственников. Но шло время, мы преодолевали, ступень за ступенью, препятствия, в том же, 1980, году у нас состоялась вторая премьера — спектакль «Соседи» по пьесе Георгия Хугаева. Успех первого спектакля повторил «Хадже и Сиа-банд», поставленный по мотивам курдского фольклора (автор инсценировки Айк Бейлерян, перевод Тосне Рашида). Пьеса затрагивала сокровенные струны души, будила светлые чувства, а вечная тема любви покоряла зрителя любого возраста. Конечно, в спектакле были недоработки, многое сейчас хотелось бы сделать по-другому, но на пути становления театра это был большой шаг вперед. По-разному складывалась судьба наших спектаклей: одни, прожив несколько месяцев, сходили со сцены, уступив место более актуальным, другие — живы и по сей день.

 

С 1981 года по сей день в нашем репертуаре значится спектакль по пьесе М.Шамхалова «Свекровь», который идет с неизменным успехом. Секрет его популярности прост: это социально-бытовая комедия, близкая по духу массовому зрителю, плюс актуальность темы, которую поднимает спектакль. Зрителя подкупает та непосредственность, с которой играют актеры, многое в спектакле узнаваемо и близко. Когда мы набирали актеров на главные роли, вновь возникли проблемы с исполнительницами женских ролей. Роль невестки предложил сыграть наш молодой актер Шаликое Мраз. Попробовали, труппе понравилось, на роль его утвердили. Зато пришлось... изменить трактовку роли, но считаем, что она от этого только выиграла. Потом были «Пока арба не перевернулась» О.Иоселиани, «20 минут с ангелом» А.Вампилова, «С трех до шести» А.Чхаидзе, «Иностранный жених» А. Папаяна, «Березовая ветка» Ю. Визбора, «Мой дом - не твой дом» Ж. Ананяна... Были спектакли, были роли, удачные и менее удачные, менялись трактовки и замыслы, но в театре всегда помнили о главной своей цели — сохранении национальных особенностей, народного духа. Мы всегда помнили, что мы -это курдский театр в Грузии, а не просто труппа, играющая на курдском. Многие актеры, которые за эти годы не изменили театру, пришли к нам вообще не зная родного языка. Здесь учили и этому, но любовь к родным корням, родной культуре привнесли в театр именно они. Мы надеемся, что наш зритель чувствовал это все годы существования театра.

 

В последнее время говорят о росте национального самосознания. Смеем надеяться, что зритель, который приходил на наши спектакли, был проникнут этим духом с лихвой. Но мы ждали своего спектакля, мы долго к нему шли. И вот такая возможность нам выдалась, появилась пьеса молодого писателя из Еревана Азизе Гарданзари «Плач гор» (у нас она идет под названием «... И горы стонут»). Пьеса при первом же прочтении взволновала всех; она посвящена одной из драматических страниц в жизни курдов — эмиграции из Турции в Закавказье, которая происходила в силу исторической неизбежности, под угрозой физического уничтожения. В центре пьесы — трагическая, полная противоречий фигура предводителя нескольких курдских племен, переселившихся в Закавказье, Джангир-ага. Спектакль давался нелегко, работа длилась более года, многое менялось по ходу. Уделялось большое внимание работе собственно над текстом, хотелось, чтобы каждое слово четко дошло до зрителя. Спектакль строится на пылких диалогах главных героев — Джангир-ага, Ростама, простого курдского крестьянина, и Шейха, олицетворяющего всю духовную власть, на попытках каждого доказать свою правоту. Помимо главного вопроса — было ли исторически оправданным, что закавказские курды оторвались от своего народа, - в театральной постановмного других важных подтем, которые впервые открыто зазвучали только в последние годы. Это и проблема езидизма, и отношение к личности самого Джангира-ага, и многое другое. Спектакль был понят и принят зрителем; мы надеемся, что у него будет долгая жизнь. А театр снова в поисках, снова готовится к диалогу со своим зрителем. И, конечно, снова ждет своей пьесы. Кажется, театр нашел такую пьесу и на этот раз — она снова принадлежит перу А. Гарданзари и называется «Дым-Дым». . .

 

НАТЕЛА АБАСwww.ezdixane.ru

bottom of page