top of page

AWIREK LI SER ŞANO YÊ

Salihê Kevirbirî

 

Tevahîya bisporên şanoyê, dîyar dikin ku şano ango tîyatro ji şahîyên Dionisosê derketiye. Di serdema kevnar de gorî û pêşkêşî ji bo Dionisosê Xwedavenda Şerabê dihatin kirin û şahî dihatin organîze kirin. Ji ber vê yekê jî heman şareza û bispor radigihînin ku trajedyayên yekem, nivîskarên destpêkê yên şanoya dramatîk ji Yewnana Antîk derketine.

 

Helbet rîtûel di wan serdemên kevnare de jî girîng bûne û bûne bingeha şanogerîya roja me ya îroyîn. Heman rîtûel, bi qasî ku ji gelên din re girîng bûne, ji bo kurdan jî wisa bûne/hê jî wisa ne. Di rîtûel, cejn, destan, çîrok, kilam, lawje û serpêhatîyên kurdan de em rastî dîyarde û nîşaneyên teatral tên. Qirdik û Mirdik, Dêwê Heftserî, Xoce Xizir, Bûka Baranê, Girnewas, Mîrze Mihemed, Keçelo û Bûka Baranê çendek ji wan nîşaneyan in ku bi sedên salan in bi vegotin û serpêhatîyan têne jîyîn.

 

Analîz û nirxandinên li ser şanogerîya kurdan pir kêm in. Di şirove û nivîsandinên heyî de, tê gotin ku hevnasîya kurdan bi şanoya dramatîk di sedsala 21ê de dest pê dike. Memê Alan a Ebdurrehîm Rehmî wekî “yekem şanoya kurdan” tê hesibandin. Ev teksta şanoyê di sala 1918ê de hatiye nivîsandin. Dayîka Niştiman şanoyeke muzîkalî/operayî ye ku di sala 1946ê de ji hêla kurdên Rojhilatê Kurdistanê ve tê pêşkêş kirin. Şano behsa 4 perçeyên kurdan dike û bala wan dibe ser neteweperwerîyê. Herçî ji bo kurdên bakur e, pîyesa Birîna Reş a Mûsa Anter lîstika yekem e. Anter ev şano sala 1959ê, di hucreya xwe ya Zindana Leşkerî ya Harbiyeya Stenbolê de nivîsandiye.

 

Kovara Jînê ku destpêka sedsalê li Stenbolê weşana xwe dikir, di sala 1918ê de teksteke şanoya kurdî diweşîne. Navê wê tekstê Memê Alan e.

Piştî salên 1990ê, geşbûna têkoşîn û siyaseta kurdî dike ku ev beşê hunerên bedew bi pêş bikeve. Bingeheke xurt a vê pêşketinê ji hêla komeke şanoyê ve tê avêtin: Teatra Jîyana Nû. Ev koma şanoyê heta destpêka salên 2000ê jî roleke mezin dide ser milên xwe. TJN di serdema xwe de wekî dibistanekê tevgerîyaye, jê gelek şagird rabûne û toza dika şanoyê kişandine dil û hinavên xwe.

Helbet berîya cûnteya leşkerî ya 1980yê li gelek bajarên kurdan komên şanoyê hebûne û bi awayeke amatorî be jî hewla geşbûna hunera şanoyê dane.

 

Îro ne bi tenê li 4 beşên welatê me, li Ermenistan, Gurcistan, Ewropa, Qazakistan, Qirgizistan û her devera ku kurd lê dijîn, hewla şanogerîyê tê dayîn. Helbet rewşa Herêma Kurdistana Federal cuda ye. Ev beşê welatê me şayanê nivîsareke berfireh e. Lê heke em behsa kurdên me yên Bakur û Tirkiyê bikin, em ê bibînin ku tevî bêderfetîyên mezin jî karên giranbûha û hêja kirine û dikin.

 

Halihazir li Stenbolê Seyr-î Mesel, Destar Teatre, Tîyatro Avesta û xebatên wê vê demê qels û sekinî xuya bikin jî Teatra Jîyana Nû kar û barê şanogerîyê dimeşînin.

 

Seyr-î Mesel, li navenda Beyogluya Stenbolê ye. Di nav şert û mercên dijwar de, hewla pêkanîna ‘tîyatroya kurdî’ dide. Di sermaweza 2002yê de ava bûye. Her çiqas ev 7-8 sal in kar û barên hunerî dimeşîne jî, bingeha xebata Seyr-î Meselê diçe 20 sal berê. Berîya ku bê ava kirin, xebata hunerî di bin banê Teatra Jîyana Nû ya NÇM-ê de dimeşand. Seyr-î Mesel heta niha bi her du zaravayên kurdî; kurmancî û zazakî (kirmanckî) –kêm caran bi zimanê tirkî- derketiye pêşberî temaşevanên xwe. Qal û Qir yekem lîstik e ku di sala 2003yê de bi zaravayên kurmancî û kirmanckî bo dêhn û bala temaşevanan hatiye leyîstin. Tevî vê lîstikê, tevahîya lîstikên Seyr-î Meselê, bêyî ku metneke nivîskî hebe, bi performans û awayekî ‘xwe bi xwe‘ tê pêşkêş kirin. Gelek caran hew mirov dibîne ku temaşevan bixwe jî bûye beşek ji hêmayên şanoyê û rasterast xwe di nav axaftin û performansê de dibîne. Seyr-î Mesel heta niha gelek berhem pêşkêşî dêhn û bala me kirine: Kemero Bask (kirmanckî, 2003), Xezika Tebeşîrê (kurmancî-ji bo zarokan, 2003), Sayê Morû (Şahmeran, çîrok, kirmanckî, 2005), Sêva Perîyan (Çîroka Elbistanê, kurmancî, 2005), Mesele ne kadar Ozağ?’ (tirkî-kurdî, 2005), Xewn û Xeyal û Jan û Xeyal (Ji du perde û 11 kurtelîstikan pêk tê, kurdî, 2007), Öç (Tol -ji Orhan Asena, tirkî, 2006), Arkadaş Arıyorum (tirkî, ji bo zarokan, 2006), Lewheyên Bêmane (kurdî-tirkî, ji 8 performansan pêk tê), Êş-Epîlog (kurdî, ji berhema Hesenê Metê, 2011), Kayo Mixenet (kirmançkî, jîyana Hesen Xeyrî Kangozade pêşkêş dike.)

 

Herçî Destar Theatre ye, di Cotmeha 2008ê de bi pêşengîya Mîrza Metîn û Berfin Zenderlioğlu hatiye ava kirin. Di gotûbêjeke ku min berê bi wan re kiribû de dîyar kiribûn ku armanca wan a sereke ne ew e ku di zûtirîn katê de lîstikan hilberînin, lê armanc ew e di warê hunerî de hevîrtirşê komê bibistirin. Ew di şanoya kurdan de ji îdîayan bêhtir, girîngîyê dide jîyana ceribandinên teatral. Destar Tîyatro vê gavê bi van lîstikên xwe derîyên xwe ji hunerhezan re vekiriye: Bûka Lekî, Cerb, Disko 5 No’lu, Antigone 2012.

 

NTVMSNBC her sal lîsteya lîstikên herî baş hildibijêre. Îsal di lîsteya lîstikên herî baş ên şanoyê de, lîstika bi navê Disko 5 No’lu ket nav lîstikên herî baş. Jurîya şanoyê ya NTVMSNBCyê ji van navan pêk dihat: Ustun Akmen, Nîhan Bora, Bahar Çuhadar, Gulum Daglı, Yaşam Kaya, Asu Maro, Betul Memîş, Ozlem Ozdemîr û Ferhat Uludere.

 

Di şanogerîya kurdî ya bakur de divê behsa rol û girîngîya Tîyatro Avestayê jî bê kirin. Ev koma şanoyê sala 2003yê ji hêla Aydin Orak û Cîhan Şan ve hatiye ava kirin. Avesta, di sala 2005ê de Rojinivîska Dînekî ya Gogol, bi wergera Aydin Orak li hundir û derveyî welat pêşkêş kir. Di sala 2007êde jî lîstika Azîz Nesîn a bi navê Tu Ne Gara Yî, bi zimanê kurdî û bi rejîya Turgay Tanulku derxist ser dikê. Herçî lîstika bi navê Araf/Du Welat e, behsa jîyana Mûsa Anter dike. Lîstik ji hêla Cîhan Şan ve bi tirkî hatibû nivîsandin, Aydin Orak hem dike kurdî, hem jî lîstika yek-kesî pêşkêş dike. Zimanê Çiya ya Harold Pinter û Mirina Egîdekî ya Mehmed Uzun jî du berhem in ku Tîyatro Avesta derxistine ser dikê.

 

Divê bibêjim ku Şanoya Bajêr a Şaredarîya Diyarbekirê jî di warê şanogerîya kurdî de karên gelek girîng dike. Ev şanogeha hanê her în û şemîyan di xizmeta şanoya kurdî de ye.

 

 

 

 

 

 

Kurdistan LMdK - Hejmar 29 Salihê Kevirbirî

bottom of page