

CIWAN H'ECO
Ciwan Heco li sala 1957'ê li Sûriyeyê li bajarê Qamişloyê hatiye dinyayê. Piştî xwendina xwe ya lîseyê çû Elmanyayê û li wir kevte zanîngeha Bochumê. Ciwan li Bochumê sê salan muzîk xwînd. Piştra, bi şiklekê pîşekarane (profesyonel) dest bi derxistina kasêt û sêdêyan kir. Li Tirkiyeyê Sî û Sê Gule, Dûrî, Bilûra Min, Gula Sor, Destana Egîdekî û Leyla derêxistin.Pêşmerge, Serhildan, Diyar-bekir, Girtiyên Azadiyê jî li Ewropayê derêxistin.
Ciwan Hecoyî muzîka otantîk a kurdî bi formên folk-rock jinûve serrast kirîye. Hunermend bi vî awayî stranên kurdî bi dinê dinasînit û stranên kevneşopî di nav gelek baskên muzîkê da bicih dikit.
Destana Egîdekî, destane-şiîra romanivîsê kurd ê bi navûdeng Mehmed Uzunî ye. Nivîskar di wê dastanê da behsa çîroka pênç xortên kurd dikit. Ciwan Haco ew dastana Mehmed Uzunî bi aranjeyeka nûjen û bi formên etno-caz strandîye.
