top of page

Şivan Perwer, 23'ê rêbendanê sala 1955'ê li gundê Sorî (kû li ser Siwêrekê ye xwedê daye.

Ciyê lê xwedêdayî herêmeke xwedî giyaneke (rûh) felsefî ya pir kûr e, mîna dirûvê erdnîgariya xwe. Ev dorhêl bi muzîkê tije ya û vê kûrahiya felsefi kabiliyeteke mezin ya mûzikê jî daye mirovan. Bapîrê Şivan Perwer, bîlûrvan û dengbêjeki mezin bû. Eywaneke aidê (xweserê) wî li gund hebû. Bê dost, bê mêvan, bê heval nedikariya bimîne. Li wan derhêlên nîzik kesên xwedi kabîliyetên çandeyî (mîna mûzîk, destan, çîrok û cûr be cûrên wêjeyê) mûheqeq dibûn mêvanê wi. Sohbetên wanên civakiyên bi muzîkê heya derengiya şevê domdikir. Dengbêj rûdiniştin bi saetan klasikên gelêriyên diroki bi dengên bilind dixwendin û dijiyandin. Mesela; Siyabend û Xecê, Evdalê Zeynikê, Eyşana Îbê, Evdî, Erebê, Bêmal, Delalê Qerejdaxi, Lawkê Metînî, Şêxa Delal, stranên govend û dîlan. Bi vî awayî ji êvarî heya derengiya şevê ji aliyekê bilûr, ji aliyê din keman, an jî dengê dengbêjan li kûrahiya rûhê insanan tesîr dikir, bi sedsalan ew paş de dibirin û ew mirovên bi van guhdarkirinan radizan gelek caran di xewnên xwe de jî ev bûyêr diditan. Ji aliyê din ve zordariya li Kurdistanê, zulma li ser ziman, çande û şexsiyeta mirovan hêj bêhtir jan (êş) dida mirovan û di pêşberê van tehdayiyan de kîn û nefreta di hûndirê wan de berhev dibû, hest (hiş) û evîna di hûndirê wan de veşartî digeriya ev qêrîn ji dikir kû bi ruhî, bi mirovînî xwe bi tayê jiyanê ve girêbide û dirûvekê muzîkî distand, dibû muzîk. Va ye di vî atmosferî de gelek caran di her bergehi de lehengên (qehreman) bênav digiheştin. Ango di têkoşîna li hemberê zordariyê de, di bûyerên çandeyiyên ji vê dirûvê jiyanê derdayî kes (şexis) derketine nêvengê (holê).

Şivan Perwer di vî atmosferi de giheştiye. Tû kesî xisûsî ew perwerde nekiriye, dijê vê ew bûyereke kû dirûvê jiyanê derxistî nêvengê ye. Wî di biçûkatiyê de dest bi stran gotinê kir. Di tim bûyerên jiyayî û bîhîstî de ew dijiyan û bi stran ji hundirê xwe derdixist. Mirovên guhdarî Şivan dikirin, ji vî zarokê weha biçûk kû buyerên mezin dijî mat (şaş) dibûn. Buyerên dijiya, an ji xeyal dikir. dikire stran û carinan bi seatan digot. Vêca li dorhêlên xwe caran ne bi çavê zarokan lê dinêrîn. Di civatê de giraniya wi hebû. Lewra, weko hêviyek ya civatê ji wi hebe pê re muamele dikirin her demî. Şivan'ê biçûk li dora xwe de şexsiyeteke fîlozofîk yê muzîkal dihate naskirin û jê heskirin. Lêbelê li gor Şivan, ev civata, paşdemayî, berteng lê xwediyê xususiyetinê rind bû, ji aliyê civakî û ccedil;andeyî ve gerek bihata guhartin. Bi wi ser û dinya xwe ya bicûk evên he dê çawa pêk anîn û çi bigre (çi bibe bila bibe) bi armanca çêkirina herî rind pêkbîne tembûra xwe hilda, hestên xwe yên di kurahiyên giyanê (ruh) wi de kombûyîn, bûyerên di mejiyê wî de çêbûyîn bi stranên xwe dan gelê xwe.

Şivan Perwer bi profesyonelî 1975'ê dest bi hunermendiyê kiriye, li gor bûyerên li dinyayê hatin guhartin her sal berhem afirandine, bi klasîkên gelêrî mijûl bûye, di vî bergehî de rê şanî gelek hunermendan kiriye û bûye mînak ji wan re.

ŞIVAN P'ERWER

Zarokatî û hunera wî

bottom of page