top of page

 

K'ARÊN MERK'EZA ÇANDÊ a CEGERXWÎN

 

 

 

 

 

 

 

 

ŞANO

 

Ji roja ku mirovahî xwe û xwezayê xistiye nava lêpirsnekê vir ve em dizanin ku şano jî dest pê dike. Ev yek hem bi rîtuelan, hem jî bi çîrokên ku ji berê de hatine sêwirandin xwe dide der. Wek Beşa Şanoyê hedef û armanca yekem perwerdekirina şanogerên ku bikaribin şanoyê bigihînin gel, bikaribin bibin alternatîfê pergala heyî. Wekî din jî bi kes, kom û saziyên ku di vî warî de xebatan dimeşînin re her dem têkiliyeke mayînde deyne, bi wan re dem deman çalakiyên mîna lîstik, panel, konferans, sempozyûm û hwd. li dar bixe. Bi vî awayî ji bo şanoyê dixwaze Amedê bike navend.

 

Şanogerên ku ew ê ji Beşa Şanoyê mezûn bibin hem ew ê di warê teorî û pratîka şanoyê de, hem jî ew ê di warê din ên şanoyê de yên wek; nivîskarî, sêwirandin, dekor, muzîk, ronahî û hwd. de bibin xwedî agahî.

 

DERS

 

1- ŞANOYA KURDAN

Merheleyên ku Şanoya Kurdan heta roja me ya îro têde derbas bûye, rewşa wê ya ku îro têde ye û ji bo pêşeroja wê divê kîjan xebat werin meşandin dide nîqaşkirin û lêkolînan dike. Ev ders di heman demê de li ser xebatên arşîvê jî disekine.

 

2- DÎROKA ŞANOYÊ YA CÎHANÊ

Ev ders li ser dîroka civakê û têkiliya wê ya bi şanoya cîhanê re dide lêkolînkirin û bi nivîsaran yek bi yek li ser mînakan disekinin.

 

3- RÊBAZÊN ŞANOYÊ

Ji dîroka ku şano wek qadeke bi pergal hatiye xebitandin û heta roja me ya îro, bi bandora guhertinên siyasî û çandî-civakî yên di cîhanê de qewimîne, merheleyên ku şano têre derbas bûye tevî pêşengên wan hildigire dest û lêkolîn dike.

 

4- LÎSTIKVANÎ

Ev ders dê di sê heynan de ciyê xwe bigire, lê di her heynê de ew ê asta wê her biçe bilintir bibe. Bi vê dersê re ji bo lîstikvaniyeke profesyonel amadekariyê wek mebestê dide ber xwe.

 

5- JIXWEBERÎ

Dema ku lîstikvan li ser dikê rolên xwe dilîzin ji bo kondîsyona wan a bedenî zêde be, dîsa karibin di nava hecmeke kêm û dorgirtî de tevgerên bi plan û kontrol bikin pêdivî bi vê dersê tê dîtin.

 

6- DRAMATÛRJÎ

Di dersa dramatûrjiyê de, li ser nivîsaran tê sekinandin. Wekî din jî xebatên teorîk ên mîna termînolojiya şano û pêzaniya dikê di bin banê vê dersê de tê dayîn.

 

7- ŞANOYA KUÇEYAN

Di vê dersê de, şanoya kuçeyan bi awayekî sepanî li kuçeyan tê nîşandan û ji bo ku lîstikên kuçeyan derxîne wek hedef dide pêşiya xwe.

 

8- TEVGER

Ev ders ji bo ku zimanê bedenê baş were famkirin û nasandin, bi awayeke sepan tê lidarxistin. Giringî û teknîka tevger û bizavan, rastkirina seknên xelet, girîngiya hilmê û baş bikar anîna wê naveroka vê dersê pêk tîne.

 

9- MUZÎKA BINGEH

Di vê dersê de rêgezên muzîkê yên bingeh ên mîna; xwendina notayan, bihîstin, pîvan, derehî û dîkte wek mijar tê lêkolînkirin. Li gel şan û solfejê hînkirina amûran jî ji xwe re dike mebest.

 

10- DÎKSIYON

Ev ders ji mijarên dengî û hîndariyên dengî, hilm û hîndariyên hilmê, bilêvkirin, kirpandin, leza axaftinê, hîndariyên artukulasyonê, di xebatên deng û entonasyonan de bikaranîna diyaframa bi kontrol pêk tê.

 

11- LÎSTIK

Di heyna çaremîn de piştî perwerdehiya giştî dê hemû xwendevanên beşa şanoyê ji bo ku karibin pêzanînên ku hîn bûne li ser dikê wek performans bi cî bînin ew ê lîstik amade bikin. Bi vî rengî ew ê performansa wan baş were dîtin û piştî lîstikê xwendevanên serketî dê ji konservatûarê mezûn bibin.

 

 

  http://www.cegerxwin.net/ckm/konservatuar/sano

bottom of page