top of page

 

Şalîko Bêk'es:

«FELEKA T'ÊATRÊ MILET VA GIRÊDAYÎ YE»

 

 

 

13 meha nîsanê, b. Moskva yê da prêmiyêra şano ya Şalîko Bêk'es «Gul bê strî nabin» derbas bû. Îro em dikarin êdî bi k'ubarî bêjin? ku t'êatra k'ur'dî cewarê gelê me ye. Roja bûyîna t'êatra «Mediya» di bin serwêriya Şalîko Bêk'es, rojeke nav-nîşane, roja 4 meha adarê, sala 2007-a.

 

20 Cotmehê, sala 2007-a bi trajîkomêdiya «Yên Xwedê ji wan standî» t'êatra «Mediya» derk'et ber şe'dê t'emaşevanên xwe. Lê 11-ê adarê, s. 2008 ser fêstîvala t'êatrên cihanê di Moskvayê, şano bi pênc dîploma xelat kirin.

 

— Birêz Şalîko Bêk'es, vê prêmiyêra we ye nûh we pîroz dikim. 

 

— Ze'f razîme! Lê hûn zanin, minê nexwasta ev pîrozbayî hilda ser şexsiya xwe. Belê, min k'om saz kir, piyês nivîsî, şano hazir kir… Lê dîsa jî; wê h'esab nakim wek hebûna xwe ya şexsî. Dibeka gotinên min da hinek pafos jî heye, lê ez ji xwe ra h'esab dikim — ji bo miletê mine — t'êatra wî ye, li k'îderê da ez, wek mileth'izek ciyê xwe digirim û k'arê xwe dikim. Ez — ewledê vî miletî me û borcdarim destvala r'ûnenêm. Û heger xebata min qe na hinekî k'arê dide, wî çaxî ez gele bextewarim. Ji bo vê jî, bi îzna we, minê pîrozbayî bida h'emû k'urda.

 

— Ev şanoya we yê nûh bi navê xwe «Gul bê strî nabin». Ji bo çi ev nav? 

 

— Meriv dikare her cûra vî navî bi k'ar bîne, lê fikra wê nayê guhartin. Em dikarin bêjin: «Evîn bê astengî nabe», — dikarin wa jî: «T'u tişt bi hêsa nayê peydekirin», — her cûreyî dibe, îlahî, di vê komêdiya yê da evîn cêrga dawiyê da ye.

 

Ev piyêsa ne derheqa evînê ye, derdê wê başqe ye. Ev derheqa wê ye, çawa meriv bi zû-zû tê guhartin, giva h'alê wî hinekî baş dibe, çawa em rastî nerastiyê tên, çawa hey cara em gavê xwe ji xwe zêdetir davêjin…

 

Heger miletên başqe t'eze despêkirine xwe bi gişka çêtir h'esabkin, em k'ur'd zûva vê nexwaşiyê k'etine, û t'im ev yeka ji me ra bûye serêşandineke mezin. Me t'im xwastiye feleka zar'ên xwe bikin destê xwe û ber'nedin, wisa çerxa wê bizvirînin, çawa dilê me dixwaze, çawa kal-bavê me me hîn kirine!

 

Û dawiyê em çi distînin? Em zar'oka dinê naxin, em e'lewatiyê dinê dixin. Her çawa ew hêsîra ç'e'vê xwe vedikin, êdî zanin, çaxa «mezin bin - gerek bizewicin, an jî mêrkin»… Tu yê bêjî t'enê seva vê yekê em wana derdixin dinê, em her tiştî dikin, wekî psîxolojiya k'oletiyê bikin mejûyê wan.

 

Dawiyê çi? Kur'ên me mezin dibin, hînbûn ji wan ra ne lazime (ev yeka di programma mejûyê wan da t'une), lazime bizewice, lazime wek k'era şev-ro bixebite, wekî jin-zar'ê xwe xayke… Ji bo keç'ika êdî dengbir'î me. Ewan wek berxê qurbanê ne. Wan givrok dikin ji bo bikin qurban, yanê ji zar'otiya xwe da ew êdî zanin û haziriya xwe ya mêrkirinê dikin (evîn li vir hilnadin ber h'esaba).

 

E'seh gelek dik'evin întêrnêtê û nivîsên gêncên me ye k'ur'd dixûnin. Çaxa tu vê e'cêbê ber ç'e'vên xwe dibînî, ji şerma dixwazî di e'rd da her'î xarê, û çiqa diçe, haqa xirab dibe. Kul ew kule; kesek ji mezina nafikire vê qedera reş bide sekinandinê, wek me'rekî reş xwe dora gencên me weliya ye. Dijî wê, em bênamûstî û bêminet di vê da ji xwe ra k'arê digerin, em bêbextiya wa ji xwe ra dikin k'ar. Ev ne h'eywantî ye?!

 

  «Gul bê strî nabin» — ev elemetî ye, ji bo Mîro, yê ku dixwaze zar'ên xwe bip'arêze ji vê bêcûr'etiyê. Ew hazire dijî vê nezaniyê û te'rîtiyê şer' ke. Ji nezaniyê, r'ûreştiyê û bêhurmetiyê wan bip'arêze.

 

  Ew ji xwe bawere, ku dewsa wî yekî din wê bê û mîssiyona wî berdewam bike, ji bo vê jî Nazê dide Tîtal. Ew zane, ku Tîtal pişta wî ye, wê rex wî bisene û her tiştî bike, wekî zar'ên xwe bextreşî neke. Ew zane, wekî Tîtal t'ucar îznê nade t'u kesî, ku feleka wî ra bilîze.

 

— Hinekî derheqa artîsta qise bikin.

 

  — Heger bi rastî em bêjin, hela zû ye em navê artîstiyê danin ser van her du gênca, yên ku vê şano yê da ciyê xwe digirin. Pêwîste tu xebat û jiyaneke p'ir' giran derbas bî, h'eta bibî artîst. Lê dikarim bêjim, T'emama R'ostem jî, H'esenê Îsmayîl jî qehremanîke mezin kirin.

 

  Di demekî kin da wan da xuya, ku her kes nikarin wî barî hildin ser xwe, k'îjanî wan hilda û bi hunur û hêza xwe ev giranî bi serfiniyaz derbas kirin. H'evtê sê cara, rojên provayê, T'emama R'ostem 200 km dida pêşiya xwe, dihat-diçû, û t'u car derengî nek'etiye, t'u prove bernedaye. T'u car wê mirûzê xwe nekiriye û gazin nekirine ji bo dûrbûna r'ê.

 

  Ser milê mervê wa Diniya sekinî ye. Bi îzna we, ez dixwazim hurmet û razîbûna xwe ye herî mezin û germ bişînim ji dê-bavê wê ra — e'ferim şîrê wan ra!

 

  Wisa jî dixwazim bêjim ji bo H'esenê Îsmayîl. Ewî jî r'êke dûr dida pêşiya xwe, lê qehremantiya wî ne di vê da ye. Pirs di wê da ye, ku vî camêrî hîç' zimanê k'ur'dî nizanibû.

 

  Nav du-sê meha da wî kirinê nekirî kir, bi r'ûmet wazîfa xwe qedand û derk'ete ser sih'nê. Çi dikarim bêjim? Belê, ewan hê ne artîstin, lê gelek artîst dikarin xaziya xwe ji wan bînin.

 

  Dawiya dawî artîst ev k'arekî praktîkî ye, lê her kes nikare bibe T'emama R'ostem û H'esenê Îsmayîl, yan jî xwe bi wan ra bik'uxîne. Û li vir ez dixwazim t'aybetî razîbûna xwe bidim birayê H'esen, Marûfê Îsmayîl û k'ulfeta wî Nûbara R'ostem ji bo ku wan ev her du gencên qehreman t'esmîlîmin kirin. Malî ava ji wan ra!

 

  Ez bawerim, ku dîsa ne carekê ezê rastî van meriva bêm.

 

— Hûn dikarin bi çaend gotina derheqa pêşerojên t'êatrê qise kin?

 

  — Pêşerojên t'êatrê bi me va girêdayî ye. Çi ku bi şexsiya min va girêdayî ye, ez bi rûmetî diqedînim. Lê gel jî gereke piştovaniya t'êatra xwe bike — feleka t'êatrê, berî e'wil, milet va girêdayî ye.

 

  Bawer kin, bêy alîk'ariya we em t'u tiştî nikarin bikin. T'ucar bawer nekin, gişka xwe bêdeng kiribû, ser pişta xwe veleziya bû, lê min t'enê benê pişta xwe diqetand û ev şano hazir dikir. Ev ne raste.

 

  Dîsa jî, gelexêrxwaz derdik'etin, yê ku bi rastî alîk'ariya me dikirin. Hûn zanin, ku li vir p'ere gele lazimin (k'iriya sih'nê, rêkvîzît, dêkor û gele tiştên mayîn). Anegorî karibûna xwe wan camêra alîk'ariya madî dikirin, ji bo çi jî ez spasiya wan meriva dikim.

 

  Wan p'ere t'op dikirin: k'î 100 r'ûbil, k'î pêncsed, k'î h'ezar… Yên bi praktîk alîk'ar bûn, yên bi vokal, yên bi têxnîk, yên bi kinc û dêkor… Danîna şanoyekê — k'arekî p'ir ze'met û girane, û ev yeka min bi t'ena xwe ne dikir.

 

  Ez bi dil û can serê xwe ber wan meriva ditewînim, k'ê piştovaniya me kir – şano hat amadekirin bi saya serê van benda.

 

  Ze'f-ze'f ji we razî me û bimînin xwaşiyê da!

 

— Ji we ra jî dixwazim pêşk'etin û serk'evtinê.

 

 

 

Axavtin derbas dikir  Îşxanê MÎRO 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Шаликое Бекас:

«СУДЬБА ТЕАТРА ЗАВИСИТ ОТ НАРОДА»

 

 

 

13 апреля в Москве состоялась премьера спектакля Шаликое Бекаса "Розы без шипов не бывают". Сегодня мы уже можем с гордостью признать курдский театр национальным достоянием. Днем создания курдского театра «Мидия» под руководством Ша-ликое Бекаса следует считать 4 марта 2007 года.

20 октября 2007 года зрителям была представлена трагикомедия « Богом проклятые». В марте 2008 года, на V международном фестивале национальных театров в Москве, спектакль был удостоен пяти дипломов.

 

— Уважаемый Шалико Бекас, поздравляю Вас с очередной премьерой.

 

— Спасибо! Но, знаете, я бы не хотел эту благодарность принять сугубо личном ракурсе. Да, я собрал коллектив, написал пьесу, осуществил постановку… И, тем не менее; не считаю это своей собственностью. Возможно, мои слова звучат несколько пафосно, но всё же я считаю, что это — для моего народа и это — его театр, в котором я, хоть и на энтузиазме, но с удовольствием работаю. Я —сын курдского народа и считаю своим долгом не сидеть, сложа руки. И если моя ра-бота приносит хоть небольшую пользу, то я безгранично счастлив. Поэтому, с Вашего позволения, я бы поздравил с этой премьерой всех курдов.

 

— Ваша новая работа называется «Розы без шипов не бывают». Как Вы объясните это название?

 

— Можно по-разному трактовать это название, но смысл не очень изменится. Можно сказать: «Любовь без проблем не бывает», — можно и так: «Ничто легко не даётся», — можно понимать как угодно, тем более, что любовь в этой комедии у меня на последнем плане.

Эта пьеса не о любви и затрагивает другие проблемы. Она о том, как легко люди меняются вместе со своим социальным положением, о том, как мы сталки-ваемся с несправедливостью, как не соответствуем своему воображаемому по-ложению и статусу…

Если другие народы только-только стали изображать из себя «голубокров-ных», то у нас это бытует давно, и мы постоянно страдаем от таких глупостей. Мы же всегда старались и стараемся устроить жизнь своих детей так, как нам хочется, так, как наши предки нам завещали!

А какие плоды мы пожинаем? Мы рождаем и растим не детей, а мутантов. Как только их сознание едва сформировалось, они уже знают, что «подрастут и должны жениться, или выйти замуж»… Словно только для этого мы их и рожаем, создаём им благоприятные условия для формирования рабской психологии.

В итоге получаем что? Наши сыновья растут, учёба им не нужна (это в их программу не входит), нужно жениться, нужно пахать по чёрному, чтобы кормить семью… О девушках уже вообще молчу. Они мне напоминают жертвенных агнцев. Их выращивают и откармливают на заклание, т. е. с малых лет они уже это знают и готовят себя к замужеству (любовь тут не предусматривается).

Наверняка многие заглядывают в интернет и читают посты молодых курдов и курдянок. Когда ты видишь этот ужас, от стыда хочется провалиться сквозь землю, и чем дальше, тем хуже. Что самое страшное; никто из старшего поколения не думает как-то приостановить этот рок, чёрными тучами нависший над нашими детьми. Наоборот, мы каким-то чудовищным образом умудряемся ещё и пользоваться их бедой, пытаемся использовать их несчастье в своих корыстных целях. Это ли не кощунство?!

«Розы без шипов не бывают» — это сигнал, предупреждение для Миро, ко-торый задумал защитить своих детей от этой безысходности. Он готов к тому, чтобы объявить войну невежеству. Он хочет спасти детей и отвести от них хамст-во, наглость, неграмотность.

Он верит, что придёт другой и продолжит благое дело, поэтому и отдаёт Назе Титалу. Он знает, что Титал поддержит его, станет рядом и сделает всё возможное, чтобы дать достойную жизнь своим детям. Он знает, что Титал никогда и никому не позволит играть своей судьбой.

 

— Расскажите, пожалуйста, об актёрах Вашей труппы.

 

— Если честно, то пока рано говорить о молодых людях, которые участвуют в спектакле как об актёрах. Для того, чтобы носить это имя, нужно пройти долгий и нелёгкий путь. Но могу сказать, что и Тамама Ростам, и Хасане Исмаил воистину совершили героический поступок.

За очень короткий период нашей работы они продемонстрировали удиви-тельную выносливость и доказали свой дар на деле. Тамама Ростам три раза в неделю совершала путь в 100 км, чтобы прийти на репетицию, причём ни разу не пропустила и ни разу не опоздала. Ни разу она не проявила недовольство по этому поводу и не пожаловалась на дальность дороги.

На таких земля держится. Пользуясь случаем; я хочу лично выразить глу-бочайшую благодарность её родителям — нижайший им поклон!

Точно также хочу отметить и этого чудного парня, Хасане Исмаила. Он тоже приезжал издалека, но его подвиг в другом. Дело в том, что этот парень не знал курдского языка.

Он за каких-то два-три месяца проделал адский труд, блестяще справился со своей задачей и вышел на сцену. Что я могу сказать о них? Да, они пока не актёры, но многим актёрам они дали фору.

В конце концов, стать актёром — это дело практики, но далеко не каждый может стать Тамамой Ростам и Хасане Исмаилом. И здесь я хочу особо поблаго-дарить брата Хасана, Маруфе Исмаила и его супругу Нубару Ростам за то, что они предложили нам двух столь чудных и прекрасных молодых людей. Честь им и хвала!

Я надеюсь, что когда-нибудь судьба снова сведёт меня с этими людьми.

 

— Каким Вам видится будущее созданного Вами театра?

 

— Будущее театра в наших же руках. Всё, что зависит от меня лично, я добросовестно исполняю. Но и общество тоже должно помочь своему театру — судьба театра, прежде всего, зависит от народа.

Поверьте, без вашей поддержки мы ничего не сможем сделать. Не думайте, что все вот тихо сидели в своих углах, а я тут из кожи вылез и состряпал спек-такль. Это не так.

Тем не менее, находились доброжелатели, которые отзывались и реально помогали нам. Ведь мне приходилось за многое платить (аренда помещении, ре-квизиты, другие расходы). По мере своих возможностей они помогли мне матери-ально, за что им огромное спасибо и низкий поклон.

Люди собирали деньги: кто по 100 рублей, кто по 500, кто по 1000… Кто-то практически помогал, кто-то вокалом, кто-то техникой, кто-то костюмами… Поста-новка одного спектакля — колоссальный труд и затраты, и я это делал не один.

Я хочу от всего сердца низко поклониться всем, кто внес свою лепту в наш труд – спектакль был поставлен самоотверженной помощи этих людей.

Спасибо вам всем и до новой встречи!

 

— Удачи в Вашей творческой деятельности.

 

  Беседу вел Ишхан МИРОЕВ

 

bottom of page