top of page

 

 

 

Nihêrînên hizrê

 

 

        Bi rastiya mala Xwedê, ez êdî p’ir aciz dibim, giva di nav k’ur’dan da derheqa «kûltûra» yê tê nîqaş kirin. Êdî haqasî ev k’elîma guhên min dison, wekî ji bihîstina wê ra wek k’ifrî û ç’êr’ tên qebûl kirin.

      Em, k’ur’d ji zûva êdî ji rastiyê dûr k’etine. T’enê dibihêyî: «…Merk’eza Kûltûrayê a k’ur’da» (tu yê bêjî merk’eza bêkûltûriyê jî heye), «Merk’eza Dornihêriya K’ur’da» (bi rastî jî lazime em dor xwe binêrin, lê binêr çi kontraste!..), «…Fonda Kûltûra K’ur’da» (k’î derê da t’ucar qe şeyîk jî t’unebû ye), «…Avtonomî ya Kûltûrê» (her cûrê din me êdî saz kirine), «…Komîssiya ji bo Kûltûra K’ur’da» (a, eva ji me ra herî fer’ze), «…P’ara Kûltûrê» (bêy wê Kûltûra me çê nabe), û, hwd. …

      Tu yê bêjî, hinek bi qest van tişta ji ber xwe derdixin, wekî t’u kes serederiyê ji wan dernexin, çi lazime, û lazime tiştek bê kirin, an na?.. Werên vê e’cêbê: wê «kûltûrê» va (e’cêba bi k’ur’dî), e’ynî ew meriv mijûl dibin, yên ku hîç’ têkiliyê wan bi wê va nîne. Çawa em bêjin, şivanek hilde û ji nav dilê nexwaş r’ûviya kor derxe. Tiştê wa h’işê benda da r’ûnanê…

      Di r’ûssiya yê da hinek mirovên di qulxa bilind da ji xwe ra mêxanîzmeke wa çê kirine: giva têyî cem wan û dixwazî bibî wetendaşê R’ûssiyayê, ewan îzbatiya mayînê ji te dixwazin. Diçî, ku îzbatiya mayînê hildî – dibêjin, ku tu ne wetendaşî û em nikarin bidin. Çarçava girtî ye.

      Tiştekî wa jî hatiye serê kûltûra me, k’ur’da. Dixwazî ocaxeke kûltûra yê sazkî – p’ere t’une, lê, ku dixwazî p’era qazanckî – kûltûr t’une. Wisa jî dora xwe dizvirî wek zivirokê; bê p’ere û bê kûltûr. Na, hemikî, tiştekî em dikin… Ji bo wê kûltûrê em her dera ji xwe ra merk’eza çê dikin, qulxa ji xwe ra çê dikin, û yê wisa, ku dewletên başqe da jî t’unene. (Gereke ji wan ra bêjin, bila hîn bin...) Wan qulixa ra andema jî dijbêrin, wek murîstanga wîyal-vîyalî diçin-tên, tu yê bêjî k’ar dikin, lê kûltûra me çawa t’unebû, wisa jî t’une ye. T’ek me çi karibû ji bo wê kûltûra xwe çê kin nav çend sala da «bi k’arên xwe ye aktîv û germ» – (gotinên mirovekî ser kongrêya kûltûra yê) «…îzin hilda ji serwêrên b. Moskvayê, wekî e’rd bidin me ji bo gor’istanê»… (Dibeka, wekî dawiya dawiyê em wê kûltûra xwe di wê derê bikin bin ax.) Çi bêjî, ew jî rastîke: Hatî – çûya ye… Û çi balk’êşe – em gişk bi e’cêbmayî milên xwe hildik’şînin û ji hev pirs dikin (ji xwe pirs nakin): ji bo çi kûltûra me t’une?..

      Di wextên xwe da nivîsk’arên rûsa Îlif û Pêtrov di «12 k’ursiya» da ser dereca wa gelek rast gotin, bi gotineke p’ir’ xwaş, k’îjan e’ynî di vê jiyanê da ciyê xwe digire: «Sibê p’ere – êvarê k’ur’sî, êvarê p’ere – sibê k’ur’sî…». Lê em h’eta niha di xiyalên nebûyî danin, bi cidî difikirin, ku em «merivên nûh» çê dikin, qal-bal dibêjin, ku emê mirovetiyê û jina ji k’oletiyê aza kin, kûltûra diniyayê xilas kin. T’ek hindik maye: kongreyê k’om kin û andema k’ifş kin…

      Em, k’ur’d – miletekî bijartî ne, yazix, ne başiya xwe va… Wek her k’ur’dekî mileth’iz, min jî p’ir’ serê xwe êşandiye; ji bo çi welatê me t’une. Min bi xwe bersîva vê pirsê ji xwe ra dîtiye. Bersîveke p’ir’ hêsa ye. T’une – ji ber ku me t’ucar ew ava nekiriye û ne jî xwe cêr’ibandiye tiştekî bikin ji bo vê yekê.

      Meseleke me, k’ur’da heye: «Ha bê “şekir”… Ha bê “şekir”… – Dev şîrin nabe». Û em t’ucar fe’m nakin, wekî em sê he’zar sala jî r’ûnên, devê xwe vekin û problêmên Amêrîkayê, Îsrayîlê, Mozambîkê biqedînin, prêzîdêntên wan bêhurmet kin, ner’azîbûna xwe ji komîssiya helbijartina Somalî ra bişînin, gunehk’ariya Çîna yê bînin ser ziman, wekî ewan mîlliyard û nîvek nîbûna, wî çaxî emê diha zêde bûna, wekî h’eta em, k’ur’d, şer’ dikin – Japon t’ucar naçin kosmosê – «e’reba» me ji ciyê xwe naleqe. Û wê «kûltûrê» em wek patka xwe nabînin. Dewletê lazime ava kin, ne ku çê kin. Kûltûrayê lazime xwedî derên, xurt kin û pêşxin, ne ku ji nû va çê kin. Heger em kevniya xwe ji bîr nekin, ne cayîze em tiştekî nûh ji ber xwe derxin.

      Bi rastî bêjim, her tişt gele balk’êşe. Alîkî va, giva ber pozê me folklora me ji me didizin, em bêxem û bêminet van tişta dibînin: stranên me yê gellêrî t’ercmeyî ser zimanê xwe dikin û dikin stranên xwe, îcar paşê, Xwedê ji te standiye, ku tu tiştekî bêjî; wisa hêsa jî dîlan û reqasên me dikin ya xwe û em dîsa tiştekî nikarin bêjin… Bi gilîkî, malê bêxwedî ye, her’e û hilde çiqas dilê te dixwaze!.. Aliyê din va, em «dadik’utin» deşta xelqê, cewarên wan hildidin, dikin rêx û bi wî rengî wek ya xwe derdixin ser rûyê avê. Ji bo vê jî em ji xwe ra van «merk’eza» vedikin û «analîz» dikin… T’enê çi analîz dikin? Çawa didizin? Yanê çawa bidizin?.. Û, hilbet, tiştekî baş ji vê kirinê çê nabe.

        Gelekî «çilmîlliyonî» zar'okên mezin «mal-mal» dilîzin. (Di nav zar’a da lîstikeke wa heye: «…Ez bavim, lê tu – dê yî…») Dîsa rehme dê-bavê zar’a be, ev «mezinên» me bi xwe xwe k’ifş dikin wek lîdêrê milet, akadêmîk, prêzîdênt, analîtîk, serwêr, doktor, profêssor, nivîsk’ar, şayîr, zimanzan… Û çi li vir herî h’ewask’are – kes ji me naxwaze xwe kifşke wek şuxulk’ar. Û e’seh em gerek ji hev ra bêjin «Mamoste». Li vir Şêkspîrê Mezin hat bîra min: Diniya - t’êatr e, lê em di wir da – artîstin. T’enê lêborîna xwe ji dramatûrgê Mezin dixwazim, çi ku, gotinên wî tînim ser xelqên xwe, bi vê hinek hizrên wî guhart. Giva sala 1994-a ez hatim bajarê Moskvayê, wekî t’êatra k’urdî vekim, wî çaxî rex her astengiyên derk’etî, yeke wa jî hebû – artîsta ji k’u peyde kim!.. Ser vê pirsê «hevalek» wa bersîva min da: «Em çil mîlliyonin, û gişk jî artîstin» (E’ynî wek Şêkspîr). Nikarim bêjim, çiqasî bi cidî ev yek hat gotin, lê, bi t’exmîna min, gotinên herî rast ji devê wî derk’etin.

      Carna, giva ji min ra digotin, ku miqalekê ser t’êatrê binivîsim, min xwe bînteng didît. Dereceke bê derî ye. Yanê tu gerekî r’ûnêyî û çi tê ber h’işê te – binivîsî, xelqê bixapînî, yan jî tiştekî nenivîsî. H’eta niha nikarim fe’m bikim – ser k’îjan t’êatra k’ur’dî tê qise kirin. T’êatr t’une, û ne jî hebû ye. Wisa jî, çawa t’ucar dewleta me t’unebû ye.

      Em bêjin, li vir ez t’am ne rastim. Ber hinek faktan û bûyaran em gerek razîbûna xwe bixwazin. Çiqasî ez zanim, salên 50-î da gundê Elegezê da (wî çaxî ne’ya Aparanê, Ermenîstan) t’êatra k’ur’dî hat saz kirin, û dixwazim bêjim, ku ew t’êatra dewletiyê bû. T’êatra e’wil, û sed yazix, a dawî, ya k’ur’dî û dewletiyê. Wê t’êatrê çend sala e’mir kir. Paşê ew «bela bû», û piştî wê gele cara «ser h’îmê wê» xwastin tiştekê çêkin, lê çê ne bû.

      Nenêre, ku t’êatir ya dewletê bû, lê dereca xwe da ji profêssiyonalîzmê p’ir dûr bû. Ji amatûriyê firqiya wan hîç’ t’unebû. Hilbet, ji bo artîst û rêjîssorên wê demê ev ne qarin… Dijî wê, ew gişk hêjayî pesindariyê ne. Ne gunehkên wan bû, ku «bavek» rex wan t’unebû.

      Gele sal derbas bûn, 4 meha Îlonê, sala 1979 di bajarê T’ilbîsê da (Gurcistan) bi zora r’ûyê me û piştovaniya gel t’êatra amatûr hat saz kirin, rêveberê wê jî hat k’ifşkirin Cerdo yê Esed (Rehma Xwedê wî be). Lê wî zû fe’m kir, ku nikare wê «giraniyê» zevt ke û piştî şeş meha qulxa xwe t’esmîlî merivê xwe kir, rojnemevanê rojneme ermeniya di T’ilbîsê da, Cafarov Mirazê Ûzo. H’eta wî çaxî dereca t’êatrê bilind bû û ew bû t’êatra gellêrî û sêzdeh sala wê t’êatrê e’mir kir. Wan sêzdeh sala da t’êatrê sêzdeh şano amade kir (Hevgirtineke mîstîke, ne wisa ye?..). Her yek ew şano hetibûn t’ercme kirin ji zimanê ermenî, gurcî û azerî. Lê dîroka xwe dîsa jî t’êatrê ji şano ya k’ur’dî despê kir. Bi komêdiya şayîrê k’ur’d ji Ermenîstanê, Eskerê Boyîk - «Sinco qîza xwe dide mêr».

        Li vir jî profêssiyonalîzma k’omê kêm bû, h’unurê xwe da, dikarim bêjim, hinekî ji hevalên xwe ye ji Elegezê bilindtir bûn. Dibeka, heger ç’îze-vîza me bi xwe nebû ya, hemikî e’mrê t’êatrê wê zêdetir bû ya, û, dibeka, îro me karibûya hema qe-na tiştekê ji bo t’êatra k’ur’dî banîna ser ziman, lê h’eyf, deft’era me, k’ur’da, da ev yeka nehatiye nivîsandin.

      Sala 1990 da di bajarê T’ilbîsê da min k’omeke t’êatrê nûh saz kir, bi janra satîrê û hûmorê, k’îjan, yazix, wek wan t’êatra e’mrekî kin derbas kir. Li vir astengiya me di problêmên navnetewiyê da bûn: belakirina Soviyêtê, k’etina dereca jiyanê, krîza her çanda dewleta – êdî em li k’u man! Û bi dilekî kul, em mecbûr man sala 1994 da t’êatrê dadin bêwe’de, pey xwe ra hîştin çar şano yê k’ur’dî.

      Rex wanê ku jorê min anî ser ziman, di T’ilbîsê û R’ewanê da, bûyarên din jî cî digirtin: k’omên stran û reqasê amade dibûn, yên înstrûmêntal, lê, diwek’ilînim, her ev yeka ji amatûriyê wê da nediçû.

      Û heger em niha derheqa kûltûrayê giştî bêjin, wî çaxî bi rêal em t’ek r’adiyo ya R’ewanê bi k’ur’dî dikarin k’ifş kin, yê ku eva muxdarî çend dehsala ye bi qehremanî ciyê xwe digire ser Olîmpa xwe û Xwedê bikim h’ezar salî be ji me ra! Dîsa jî profêssiyonalîzma wê kême...

      Hilbet, gelek dikarin bi min ra razî nebin. Mesele, çi ku organîzatsiyonê me resmî hene… Belê, heye, û ne yek, ne jî dudu. Yan jî, çi ku diyaspora k’ur’da heye… Belê, heye. Û ne yek. Wisa jî bi resmî merk’eza kûltûra yê heye… Belê, tiştekî wa jî heye, û ew jî ne yek t’enê. Di Moskva yê da rojnama k’ur’dî tê neşir kirin… Raste, tê neşir kirin, û ne yek t’enê, û ne t’enê di Moskva yê da. Îcar çi? K’îjan ji wan rêxistina dikare hema qe-na k’ur’dekî bip’arêze? Hîç’ yek na, ji min bawer kin. K’î ji andemên wan diyaspora t’esîra xwe heye? Yê wisa nîne. Ez bi xwe wî nas nakim. Di k’îjan ji wan merk’ezên kûltûrayê «resmî» da hema k’omeke çandê heye? T’u yekê da t’une, badîhewa neger’in. Û, dawiyê, ji min ra qe-na k’ur’dekî bibînin, yê ku bi cidî hema rojnamekê dixûne!.. Yekî wisa jî t’une! Wekî wisa ye de’wa me ser çi ye, gelî xûşk û birayên hêja?!!

      Werin niha em dîroka xwe ye «kevnar» bidin ber ç’e’vên xwe, t’ek bi çend gilîne «statîk». Çi niha, roja îro, di k’îskê me da heye? Diha rast em bêjin, çi t’une ye?.. Em bêaxin, bêbajêrin, bêdewletin, bêkûltûrin, bênavin, bêpaşnavin, bêt’ifaqin, bêdengin. Bi gilîkî, em bê dîrokin, em bê sifetin. Di wextê xwe da min gele k’itêbên dîrokê dixwand û h’izretiya min ew bû, ku hema k’elîmekê bi navê «k’ur’d» di wan da bibînim. Bawer kin, derewa nakim, lê min ne didît. Dîrokzanên h’emû mileta, tu yê bêjî deng dane hev, k’êleka me ra derbas dibin, em ji bo wan ser E’rdê t’unene, em ji zû va hatine ji bîra kirin. Jiyan bêy me derbas dibe. Di siriya dîrokê da em qe pey miletên herî paşdamayî da jî nesekinîne, yên ku di daristana da jiyan dikin û Xwedê jî wan nayne bîra xwe. Me ra hurmeteke mezin dikin, giva qulç’eke rojnama xwe da, bi du giliya dinivîsin, wekî «…ser meydana N k’ur’dek bênzîn ser xwe da kir û xwe şewitand», yan jî «…Almaniyê da çend k’ur’dên têrrorîst vagona mêtro yê şewitandin…» An jî k’ur’d dijî rêjîma t’urka protêsto dikin û di Bangladêşê da konsûlosa Mozambîkê zevt kirine… Lê em pozê xwe bilind dikin û k’ubarin – ay, dibînin, derheqa me dinivîsin. Û çawa niha ez şayîrê rûssa Krilov neynim bîra xwe: «Tu vê Moska yê binêre! Tê xuya, qewate, heger ser Fîl da die’wite!».

Bi rastî bêjim, ez fe’m nakim: çi li vir diqewime? Lê dîsa jî… Werin em pişta «mêdala» xwe jî mêze kin…

        Bi t’êorî em dikarin her tiştî di ciyê xwe da bidin r’ûniştandin. Hilbet di vir da kûltûra jî du hizrê xwe heye – binêrin k’îjan kûltûrayê em tînin ser ziman. Heger em derheqa wê kûltûrayê dibêjin, ser k’îjanê her milet (xênî k’ur’da) mezin bûne, û bi saya serê wê xwe gîhandine derecên herî bilind di sîvîlîzasiyê da, wekî wisa ye em, k’ur’d, nayên h’esabê. Îro em dûrî van tişta ne. Bawerkî, em ne jî dixwazin vê yekê! Heger de’wa me ser wê kûltûra e’lewate, bi saya serê k’îjanê jî gele milet hatine winda kirin, wisa jî pêra negihandin k’omê barbariyê ji serê xwe bêxin, û ji Dinê qeliyan, wî çaxî em, k’ur’d, pêşiya gişka sekinîne.

        Ne wekî em qasekê ji k’êlekê va mêze kin, emê e’seh bibînin,  wekî e’ynî ev rengê «kûltûra» yê roja îro li bejna me, k’ur’da, tê.

      Bi t’exmîna min, heye ser çi em bifikirin, çi pirsa danin ser kongrêyên kûltûra k’ur’dî di demên pêşiya me da û çi jî «analîz» bikin…

        Dawiyê, wekî krîtîkekî qelp ji min çê nebe û bi xemgînî miqala xwe xilas nekim, berê xwe didim her k’ur’dekî xêrxwaz, yê ku bi hizrên saxlem jiyana xwe derbas dike – ji bîr neke, wekî xênî p’era û k’êfxwaşiya şexsî, merivatî jî heye, nav-namûs jî heye, k’îjan, bi nihêrîna min, gerek dereca herî bilind da be, di xwe da van tişta h’işiyar kin, wekî di rojên pêşiya me da em ji xwe şerm nekin, ji k’ur’dîtiya xwe. Dinê da t’u miletekî şermê t’une. Meriv bi xwe, ji neç’ariya xwe, ji nedûrdîtina xwe û bêh’işiya xwe, ji xwe şerm dikin. Dihizirim, ku pêwîste mêrantiyê di xwe da t’op kin û bi xwe bibin xwediyê kûltûra xwe, wekî ew merk’ezên kûltûrayê haj k’arê xwe hebin (lêborîna xwe dixwazim heger nava şaş dinivîsim), û ew kesên ku li wir bixebitin, ji wan ra bixwazim serk’eftinê û pêşk’etinê. Çi jî hebe, lê dîsa jî baweriya te t’am naşkê. Bawerim ku hene ew merî, yên ku bikaribin pirîskekê bidin ber ruhê k’ur’detiyê, wekî agirekî mezin pêxin. Bawerî di dawiyê da ditemire, ne wisa ye?..

 

Şalîkoê Miraz,

artîst-rêjîssor

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Точка зрения

 

 

      Честно говоря, у меня уже нет сил находиться в курдском обществе, где ведутся разговоры о культуре. Это слово настолько приелось, что стало нарицательным, даже каким-то ругательным.Мы, курды, уже давно забыли о чем-то конкретном. Только и слышишь: «…Курдский культурный центр» (как будто есть еще и некультурный центр), «Центр Курдских Исследовании» (воистину есть нам что исследовать, но какой контраст!..), «…Фонд курдской культуры» (в котором никогда не водились какие-либо деньги), «…Культурная автономия» (все другие ее формы мы уже создали), «…Комиссия по курдской культуре» (она необходима нам для полного счастья), «…Отдел культуры» (без него у нас никогда не будет этой самой культуры), ну, и т.д. и т.п. …

       Видимо, некоторые специально создают подобные штампы, чтобы никто не понимал о чем идет речь, что нужно, и нужно ли вообще, что-либо делать?.. Самое парадоксальное: как правило (точнее, курдское правило), этой самой «культурой» занимаются как раз те люди, которые никакого отношения к ней не имеют. Ну представьте себе, что какому-то сантехнику поручат со всей ответственностью и серьезностью вырезать больному аппендикс. Такое вряд ли услышишь…

       В России некоторые чиновники создали для себя очень удобный механизм: когда обращаешься в соответствующие органы, чтобы получить гражданство, они требуют с тебя постоянную прописку. Идешь и просишь, чтобы тебя прописали – те, в свою очередь, требуют с тебя гражданства. Замкнутый круг. Нечто подобное происходит и с нашей курдской культурой. Хочешь создать какой-то очаг культуры – нет денег, а хочешь раздобыть деньги – нет культуры. Вот и крутишься, как белка в колесе, без денег и без культуры. Нет, естественно, что-то мы делаем… Создаем для этой самой культуры нужные и ненужные организации и органы, придумываем всевозможные должности, даже такие, о которых и не слышали в цивилизованных странах. (Надо бы передать им свой опыт...) Выбираем для этих должностей соответствующих членов, создаем видимую и невидимую атмосферу работы, а культуры все нет и нет. Единственное, что удалось реально сделать для нашей культуры за несколько лет «плодотворной и, в высшей степени, активной работы» – это (цитирую одного из ораторов на очередном конгрессе по культуре) «…раздобыть у городских властей (г. Москвы) добротный участок земли под кладбища»… (Наверное, чтобы в конечном итоге похоронить Ее там.) Что ж, резонно: все, что приходит – уходит… И что примечательно – все мы в недоумении пожимаем плечами и спрашиваем друг у друга (но не у себя): почему у нас нет культуры?..

      В свое время писатели-сатирики Ильф и Петров в «12 стульях» очень точно и справедливо определили подобную ситуацию весьма подходящим, почти крылатым выражением, которое гениально определяет каноны сегодняшней жизни: «Утром деньги – вечером стулья, вечером деньги – утром стулья…». Мы же до сих пор находимся в каком-то утопическом бреду, на полном серьезе полагая, что создаем «человека нового типа», грезим о том, что освободим человечество и всех женщин от рабства, спасем мировую культуру. Осталось совсем немного: собрать конгресс и назначить членов…

      Мы, курды – уникальный народ, к сожалению, в плохом смысле этого слова… Так же, как и многие представители моего народа, я когда-то всерьез ломал голову над тем, почему у нас, курдов, нет своего государства. Лично я нашел для себя ответ на этот вопрос. Оказывается, все просто до гениальности. Нет – потому что мы его никогда не строили и даже не пытаемся что-либо сделать для этого.

        Есть замечательная курдская поговорка: «Сколько ни говори «сахар» – во рту слаще не станет». А мы никак не можем понять, что если мы еще три тысячелетия будем часами обсуждать проблемы Америки, Израиля, Мозамбика, ругать их президентов, выражать свое недовольство избирательной комиссии Сомали, винить Китай в том, что если бы их было не более полутора миллиардов, то сейчас нас было бы гораздо больше, что пока мы, курды, воюем – японцы никогда не полетят в космос – наш «воз» с места не сдвинется. И «культуры» этой нам не видать, как своих ушей. Государство нужно строить, а не делать. Культуру нужно беречь, продвигать и развивать, а не создавать заново. Если мы не забудем наше старое, то нам не придется придумывать что-то новое.

      Вообще все как-то странно получается. С одной стороны, мы абсолютно спокойно и равнодушно реагируем на то, как у нас под носом крадут наш фольклор: переводят наши народные песни на свой язык и присваивают, а потом палец в рот не клади по этому поводу; также смело и беспардонно обрабатывают наши танцы и ни за что не докажешь, что это когда-то было твоим… Словом, бесхозное добро, иди и бери что угодно!.. А с другой стороны, мы «забегаем» в чужие степи, ищем чужое и самым уродливым способом пытаемся выдавать за свое. Для этого мы очень умело открываем для себя всякие частные лавочки и «исследуем»… Только вот что исследуем? Как воруют? Или как воровать?.. И, конечно же, ничего путного из этого не получается.

      «Сорокомиллионная» армия взрослых детей играет в «дом-дом». (Есть такая детская игра: «…Я буду папой, а ты – мамой…») Только в отличие от настоящих детей наши «дети» сами себя назначают лидерами, академиками, президентами, аналитиками, председателями, докторами, профессорами, писателями, поэтами, языковедами… И что самое примечательное – никто из нас не назначает себя исполнителями. Причем все мы должны почтительно называть друг друга «Учитель». Тут кстати вспомнить великого Шекспира: весь мир – театр, а мы в нем – актеры. Только я прошу прощения у покойного драматурга за то, что, относя его афоризм к своему народу, несколько исказил его мысль. Когда в 1994-ом году я по предложению одной курдской организации приехал в Москву, чтобы создать курдский театр, то наряду со многими возникшими проблемами была и такая – где мне взять актеров!.. На что один из «товарищей» очень точно ответил: «Нас сорок миллионов, и все мы артисты». Не могу сказать, насколько серьезно было это сказано, но у меня нет никаких основании усомниться в том, что так оно и есть.

      Бывало так, что я попадал в неловкое положение, когда меня просили, чтобы я написал небольшую статью о курдском театре. Положение, скажу прямо, самое что ни есть тупиковое. Либо нужно сидеть и кривить душой, писать все, что придет в голову, т.е. дать полную волю своей фантазии, либо ничего не писать. Просто я никак не могу понять – о каком курдском театре вообще идет речь. Ведь нет никакого театра, и не было его никогда. Так же как и не было никогда так называемого курдского государства.

      Впрочем, тут я не совсем прав. Надо отдать должное некоторым, хотя и незначительным, но, тем не менее, фактам. Если не ошибаюсь, то где-то в 50-х годах в курдском селении Алагяз (тогда еще Апаранского района Армении) был создан курдский театр, причем он был государственным. Это был первый и, к великому сожалению курдов, последний государственный курдский театр. Он сумел просуществовать всего лишь несколько лет. Потом он «развалился», и долго-долго еще «на его руинах» люди пытались что-то вновь построить, но все их старания были тщетны.

      Хотя театр и был государственным, но по своему уровню он был весьма далек от профессионализма. Уровень его был не выше, чем в обычном самодеятельном кружке. Конечно же, это им, тогдашним актерам и режиссерам, не в упрек… Наоборот, честь им и хвала. Не их вина, что за спиной не оказалось достойного «папы».

        Спустя много лет, а именно 4-го сентября, 1979-го года уже в Тбилиси (Грузия) нашими усилиями и хлопотами был создан курдский драматический кружок, который возглавил ныне покойный курдский поэт Джардое Асад. Правда, он не смог долго нести эту ношу и через полгода передал бразды правления своему родственнику, журналисту армянской газеты в Тбилиси, Муразу Узоевичу Джафарову. Но к тому времени кружок этот уже был переименован в курдский народный театр и просуществовал этот театр тринадцать лет. За эти годы репертуар театра пополнился тринадцатью спектаклями (Мистическое совпадение, не так ли?..). Все эти спектакли были переводами с армянского, грузинского и азербайджанского языков. Но свою историю театр начал все же с чисто курдской пьесы. Это была комедия курдского поэта из Армении Аскаре Боика «Снджо выдает дочь замуж».

      И здесь коллектив особо не блистал своим мастерством, и уровень, можно сказать, был чуть выше своих предшественников из Алагяза. Вероятно, если бы не своеобразные интриги самих же нас, век театра не оказался бы таким коротким и печальным, и, возможно, сегодня мы могли бы хоть что-то рассказать о курдском театре, но увы, нам, курдам, это не дано.

      В 1990-м году уже мною был создан в Тбилиси Курдский театр сатиры и юмора, который, к сожалению, тоже недолго просуществовал. Здесь нашей помехой стали глобальные межгосударственные проблемы: развал СССР, падение уровня жизни, кризис всего творческого мира – куда уж нам! И в 1994-м пришлось с большим сожалением закрыть свой театр на неопределенное время, оставив позади четыре курдских спектакля.

      Наряду с вышеперечисленным в тех же городах, Тбилиси и Ереване, было и другое: создавались ансамбли песни и танца, инструментальные ансамбли, но, повторяю, все это дальше самиздата и личного энтузиазма не шло.

      И если сейчас говорить о курдской культуре в целом, то реально можно отметить только лишь Курдское радио в Ереване, которое вот уже на протяжении многих десятилетий героически держится на своем Олимпе и дай бог ему тысячи лет здравия! Опять-таки уровень профессионализма все же оставляет желать лучшего...

      Естественно, мне во многом могут возразить. Например то, что у нас есть официальные организации… Да, есть, и не одна. Или то, что есть курдская диаспора… Да, есть. И не одна. Так же официально зарегистрирован Культурный центр… Да, есть и такое, причем тоже не один. Печатается курдская газета в Москве… Да, печатается, и не одна, и не только в Москве. Ну так что же с этого? В какую из этих организаций может пойти какой-нибудь курд и кто сможет хоть как-то защитить его интересы? Нет такой организации, я вас уверяю. Кто из членов этой самой диаспоры имеет хоть минимальное влияние? Нет такого. Я его не знаю. В каком из этих «официальных» культурных центров есть хотя бы какой-нибудь творческий кружок? Ни в одном не найдете, не ищите зря. И, наконец, найдите мне хотя бы одного курда, который серьезно читает хотя бы одну из этих газет!.. И такого тоже нет! Так о чем же вообще мы говорим, дорогие мои соплеменники?!!

      Давайте теперь представим свою многовековую грешную жизнь, в нескольких «статистических» строках. Что же мы имеем в результате всего этого на сегодняшний день? А точнее, чего мы не имеем?.. Мы не имеем: земли, городов, государства, вообще культуры в целом, имени, фамилии, нации, права голоса. Проще говоря, мы не имеем своей истории, мы не имеем своего лица. В свое время я просматривал очень много книг по истории и чаще всего жаждал найти там хоть одно слово «курд». Поверьте, я не кривлю душой, но я его не нашел. Все историки всех времен и народов, как сговорившись, обходят нас стороной, сознательно игнорируя нас, словно нас и нет на этой Земле. Жизнь проходит без нашего участия. Мы не стоим в очереди истории даже за самыми забытыми аборигенами каких-то, Богом заброшенных, джунглей. Нам оказывают огромную милость, печатая в какой-то бульварной газете сообщение, что «…на площади N курд облил себя бензином и совершил акт самосожжения», или на худой конец где-то «…в Германии курдская террористическая группировка бросила зажигательную смесь в вагоне метро…» Или курды протестуют против турецкого режима и с этой целью захватили посольство Новой Гвинеи в Бангладеш… А мы ходим с высоко поднятой головой и гордимся – вот, мол, о нас пишут. И как же в этом случае не вспомнить дедушку Крылова: «Ай, Моська! Знать, она сильна, что лает на Слона!».

      Честно признаюсь, я никак не могу понять: что тут вообще происходит? Однако… Давайте посмотрим на нашу «медаль» с другой стороны…

      Вспомнив теорию относительности, мы можем все расставить на свои места. Ведь по законам этой теории, в принципе и культура может иметь двоякое понятие – смотря какая культура имеется в виду. Если мы говорим о той культуре, на которой выросли все поколения всех народов (кроме курдов), и благодаря этому достигли сегодня фантастических высот мыслимой и немыслимой цивилизации, то тут мы, курды, не при чем. Сегодня мы далеки от этого. Да и хотим ли мы догонять? Если же мы говорим о культуре-уроде, из-за которой исчезли все народы-одиночки, так и не сняв с себя маски варварства и дикости, и «стерлись» с лица Земли на веки-веков, то тут мы, курды, превзошли всех и вся.

      А ведь если на минутку вообразим себя наблюдателями со стороны, то непременно увидим, что, согласно теории относительности, именно этот смысл культуры как нельзя точно отражает нашу несчастную курдскую действительность.

      Думаю, что нам есть над чем подумать, чему конкретно посвятить наш очередной Международный конгресс по курдской культуре и что конкретно «исследовать»…

      Чтобы не выглядеть совсем злостным критиком и не заканчивать на пессимистической нотке свою исповедь, в заключении я бы хотел воспользоваться случаем и призвать всех курдов, которыми, хоть сколько-нибудь, движет здравый ум – вспомнить о том, что кроме денег и собственного благополучия, есть еще элементарное, чисто человеческое, самолюбие, которое порой должно быть выше всего, пробудить в себе это самое чувство и сделать так, чтобы в будущем ни он и ни его потомок не стеснялись больше, что они представители этой нации. Ни одна нация не может быть позорной. Люди сами, в силу своей беспомошности, недальновидности и недостатка ума, позорятся своей же принадлежности к той или иной нации. Думаю, что нужно вобрать в себе мужества и самим быть хозяином своей культуры, чтобы было чем заниматься в этом Курдском центре культуры (приношу свои извинения за неточную формулировку в названии этой организации), и пожелать всем тем, кто будет в нем работать всех благ и наивысшего творческого подъема. Часто бывает так, что в кого-то ты все-таки веришь. Надеюсь, что эти личности все же сумеют дать искорку для воспламенения курдской души. Ведь надежда умирает последней, не так ли?..

 

 

Шалико ДЖАНГОИ,

актер-режиссер

 

 

 

 

 

 

 

 

 

bottom of page