top of page

Eslîka Qadir, bi riya Radyoya Êrîvanê, bûye mêvana mala hemû kurdan. Eslîka Qadir bi strana “Welatê me Kurdistan e” bi nav û deng bû. Yek ji hunermendên kurd yên, tê nasîn û tê heskirine. Qadir piştî hilweşîna Yekitiya Sovyetê, dest ji Ermenîstanê berda û li Ewropa bi cih bû. Li wê derê lorîna awaz û newayên xwe berdewam dike. 

Eslîka Qadir sala 1945 li gundê Axdara yê herêma Elegezê ji dayîk bûye, dibistana seretayî li gundê xwe qedand. Eslîka bi malbata xwe re koçî Êrîvanê dibin û li wê derê zanîngeh dixwîne. Li zanîngehê Zimanê Ermenî, Ziman û Wêjeya Fars diqedîne. Li Êrîvanê dest bi ders dayînê dike. Eslîka piştî 20-22 salan mamostatiya dersan dike. Di 6 salên dawî yên mamostatiya xwe de bi awayek pispor cihê xwe di Wezareta Çand û Perwerdeya Ermenîstanê de digre. Stalîn, mamê Eslîkayê sirgunê Sîbîryayê dike. Bavê Alsîkayê, Qadir ji ber ku pir ji birayê xwe hez dikir, di nava kovanan de dest bi strîna stranan dike. Pir xengîn dibe, her tim birayê xwe dihizire û şînê digre. Êdî stran û birayê wî her şev têne xewna wî. Eslîka Qadir dibêje: “Piraniya caran em bi dengê wî şiyar dibûn û em li derdorê wî diciviyan. Bavê min di xew de digiriya û hesirên çavan dirijand” û vedigere jiyana xwe ya mûzîkê û wan rojên xwe yên zarokatiyê. Egîdê Cimo ew keşif kirDilê Eslîkayê jî di dema xwe ya xwendekartiyê de, weke her kurdekî Ermenîstanê, ji hestên welatparêziyê tije bû. Di vê demê de, li Başûrê Kurdistanê, Tevgera Barzanî hebû û bandorê li kurdên Ermenîstanê kir. Eslîka Qadir, ji bo pêşketinan bişopîne, bi Radyoya Êrîvanê re diçû zanîngehê. Rojekê li radyoyê stranek dibêje û Egîdê Cimo dengê wê dibihîse. Çawa dengê wê dibihîse, dibêje: “Dengê te pir xweş e, lê tu ji me vedişêrî. Were ji bo tu bistrî ezê stranan bidim te.” Alsîka bi vê yekê pêngavek diavêje jiyana xwe ya mûzîkê.Destpêkê strana helbestvanê ermen Sayat Nova “Kemençe” û “Hetanî Hebin” dibêje. Piştre Egîdê Cimo strana “Welatê me Kurdistna” dideyê û dibêje “tam li gorî te ye”. Stranê daye Eslîka, lê ji bo peywendiyên Tirkiye û Ermenîstan xirab nebin, divê gotinên weke “Kurdistan” di radyoyê de neyên bikaranîn. ji bo vê stranê di Radyoya Êrîvanê de bêje, divê destûr bigire. Rojek tê, Eslîka mizgînî digire. Rojekê komek mûzîkê ji bo stranên kurdî û ermenî kom bikin ji Rusyayê tê Ermenîstanê. Egîdê Cimo komê dicivîne û gazî Eslîkayê jî dike û dibêje “Aslîk amade be”. Diçin salona opera ya mezin ya Ermenîstanê. Derstpêkê komên ermenî stranên xwe dibêjin û diçin. Eslîka Qadir li wê derê strana “Welatê Me Kurdistan e” distire, dengê wê tê tomarkirin û diçe Rusyayê. Piştî du meha, dengê tomarkirî yê Eslîkayê ji Moskovayê tê radyoyê, êdî kes nikare tiştek bêje. “Welatê Me Kurdistane” ji Başûr hatiye, lê bê nav e. Bi dengê Eslîka Qadirê ji radyoya Êrîvanê bilind bû û nav û deng di nava kurdan de veda. Bixwe gotinên stranan nenivîsiye, lê di Radyoya Êrîvanê de şîrove kiriye. Radyo deriyê xwe li gelek stranbêj û hunermendên weke Eslîka Qadir re vedike. Sûsîka Simo, Zadîna Şekir, Kûbara Xido, Belga Qado, çendek ji vana ne.Hilweşîna Sovyetê Sala 1992 Sovyet hildiweşe, kurdên Ermenîstanê bi zoriyan re rû bi rû dimîne. Tovê dubendiyê tê çanadin, hikumeta navendî êdî piştgirî nade wana û gel perîşan dibe. Eslîka Qadir jî di demek wiha de dest ji Ermenîstanê berdide û diçe Ewropayê. Ji vê û şûn ve em ji wê guhdarî dikin; “Kurd di dema Sovyetê de bi rêkûpêk bûn. Ermenî nedikarîn tiştek ji me re bêjin. Di dema Sovyetê de li hemberî etnîkan baş bûn. Piştî hilweşîna Sovyetê zar û zêç bûn desthilat û kesên zana ji wir vekişandin. Dubendî xistin nava me kurdan. Destpêkê kurdên misilman qewitandin, piştre dor hat kurdên êzidî. Ji zilamên me Seîdê Îbo kuştin, gelek kes kuştin. Hikûmeta Ermenîstanê vê yekê dizane. Min û Serokwezîrê Ermenîstan Lewon Ter Petrosyan me bi hev re 5 sal dibistan xwend. Min zimanê ermenî, wî jî erebî dixwend. Dema bû serokwezîr, got ‘Me serkeftinek mezin bi dest xist. Tişta me 75 salan nekirî, me niha kir. Me gelên din ji nava xwe derxist”. Wî gelê xwe li hemberî gelê din radikir”. Êdî li Ewropayê ye, her çendî hinek ji mûzîkê dûr ketibe jî, lê carna konseran li dar dixe. Di Newrozan de stranên xwe dide guhdarkirin.Zuwabûna kaniya dengbêjiyê Di dema Sovyetê de bê jimar dengbêj derdiketin, lê piştî Sovyet hildiweşe kaniya dengbêjan jî diçike, nifşê nû ranabe. Em sedemê wê dipirsîn, dibêje pirsek ecêbe û berdewam dike; qasî berê derfet heyî niha nîne. Berê di radyoyê de ji bo me seetek û nîv vediqetandin, ermeniyan alîkarî dida me. Niha hemû bûne faşîst, qet alîkariyê nadin kurdan. Niha tenê nîv seetê ji bo me vediqetînin. Ma mirov wê di nîv seetê de çibike? Ya duwem jî, êdî grubên wan naxwazin alîkariyê bidin me. Destpêkê hunermendên wan yên herî bi nav û deng di hatin stranên me digotin. Lê niha tu ji wan re bêjî jî êdî nayên. Di aliyê fînansê de jî kurd baş nîne. Feqîrin. Gelek ji wan ji wê derê revîn. Nîvek ji wan revîn Kirasnadarê, nîvek ji wan jî revîn Ewropa, kêm mane li wê derê. Niha tu kes nemaye pêre mijul bibe”.Rexne li hunermendan Eslîka Qadir dibêje; “Niha gelek hunermend derketine. Yê dizane û yê nizane jî dibêje. Yê dengê wî xweş jî dibêje yê dengê wî nexweş jî. Dem hatiye guhertin, mirov fêm nake”. Qadir da diyarkirin ku yên dizanin jî rê nîşan nakin. Eslîka Qadir rexneyên xwe berdewam dike û dibêje; “Mînak Şivan Perwerek me heye, gelek bi nav û denge û karên mezin jî kiriye. Lê Şîvan ji bo kurdî çi kiriye? Ma grubek çêkiriye, ma şagirtan perwerde kirine? Tenê ez û ez, ez tenê. Eger wisan be, wê muzîk çawa pêş bikeve. Ez ji wî natirsim, ez li gel wî jî van tiştan dibêjim. Ev çend sale tenê ew heye”.Dengbêjin ên şoreşgerQadir dibêje; “Berê Eyşe Şan hebû, Meryemxan hebûn, pir kesên bi mûzîka klasîk re mijul dibûn hebûn, Mihemed Arif, Mihemed Şêxo, ji Radyoya Êrîvanê jî Şeroyê Biro, bilorvan Xelîlê Evdile û Egîdê Cimo hebûn, gelo ev çawa derketin? Jiber ku ew ji mûzîka xwe ne dûr bûn” û wiha berdewam dike “Divê tama netewî ji mûzîkên me bê. Niha hinek hene mûzîkên erebî û tirkî di dixin nava ya kurdî, ez vê qet napejirînim”. Di civakê de gelek tiştên weke ‘binêrin keça filan kes reviya’. Eslîka Qadir vê rewşê wiha dinirxîne; “Eyşe Şan, Meryemxan, Sûsîka Simo wana şoreşger bûn. Jiber ku ew li pêşiya civakê bûn. Lê ev yek ji bo Eyşe Şan û Meryemxan ne hêsan bû. Civakê wana qebûl nedikir. Em tu carî wana ji bîr nakin, em hîn stranên wana dibêjin. Lê li stranên niha binêrin. Mirov carek guhdarî dike, cara duwem nikare guhdarî bike”.Zimanê me zimanê çiya ye Qadir dibêje ger derfet hebe wê çanda dengbêjî îro jî pêş bikeve û wiha didomîne: “Besteçêkerek bi navê Aram Xaçeturyan hebû. Newayek bi navê ‘Dansa Şivanê Kurd’ heye. Piştre bi vê di cîhanê de navdar bû. Ez dixwazim vê bêjim: Kesên jêhatî ji me re pêwîstin. Ermenî li ser mûzîka dixebitin, çima em nexebitin. Em gelek êsîrin, naxwazin pêş bikevin. Lê ger derfet hebe her tişt gengaz e”.Eslîka Qadir herî dawî diçe 7. Mihrîcana Çand û Huner ya Amedê, stranên dibêje, lê bi dilek nexweş ji wir vediqete. Eslîka vê yekê wiha rave dike; “Amed bajarekî pir pêşketiye, mixabin ji sedê 90’ê wê bi tirkî dipeyîve. Ez bi kurdî dipeyîvim, ew bi tirkî bersiva min didin. Min ji wana re got ‘Hêvî dikim herin, ez bi we re napeyvim. Ez şaş dimînim. Bajarek wiha çawa zimanê xwe ji bîr dike... Min li wir got, şerme, divê em bi zimanê xwe bipeyvin. Zimanê me zimanê çiyayane, dengê kaniyane, zimanê me av û nanê me ye û hebûna me kurdane”. 

 

ŞÎLAN ÇIYA

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 

 

 

 

 

http://www.dergush.com 

 

 

 

 

ASLÎKA QADIR

bottom of page