top of page

Mîrê bilûrê” Egîtê Cimo sala 1932’an li gundê Erdeşîrê yê navçeya Armavîrê li Ermenîstana Sovyetê hatiye dinyayê. Sala 1955’an, dema ku li Radyoya Dewletê ya Ermenistanê da para kurdî vedive, di warê sazbendiyê de ew dibe mirovê yekem. Li gorî xwesteka Rehmetiyê Casimê Celîl, ku berpirsiyarê beşa kurdî bû, Egîdê Cimo gund bi gund dikeve pey şopa sazbend û dengbêjan, daku berê wan bide ser rêya radyoyê. Ji dervayî wê, di sala 1967’an li Rewanê xwendegeha sazbendiyê ya ser navê Romanos Melîkyan bi dawî dike û dibe sazbendekî profesyonel. Piştî 37 salên hunermendiyê, li ser dergeha sazbendiya kurdî Egîdê Cimo navê xwe bi tîpên zêrîn dide nivîsandin.

Li gorî gotina wî, ew 37 salan li Radyoya Yêrêvanê bi bilûr, fîq û meya xwe sazbendiya kurdî pêk aniye. Sala 1967’an baştirîn xwendegeha sazbendiyê ya ser navê Romanos Melîkyan a Yêrêvanê bi dawî dike û dibe sazbendekî profesyonel.

Yekem car sala 2000’î min saloxa wî ji stranbêjê kurd Dilovan (Mîşayê Reşîdê Baso) wergirt. Dilovan ji bo xebata stranbêjiyê hatibû Stenbolê û li Rojnameya Azadiya Welat qesidî bû. Wê demê min jî li wê derê kar dikir. Min li rojnameyê gotûbêjekê pê ra kiribû û ev gotûbêj paşê bi sernavê: “Ez dixwazim rengan bidim lêlê û loloyên me!” hatibû weşandin.

Bêguman nasîna min a yekem ji bo vî xweşmêrî kevintir bû! Hê di 12-13 saliya xwe de min navê Egîtê Cimo di dîwana mezinên xwe da bihîstibû. Ji bo wî bêjeya “Mîrê bilûrê” dihat bilêvkirin. Carinan jî bi bilêvkirina Keremê Seyad ku li ser pêlên Radyoya Yêrêvanê digot; “Distrê Susika Simo, lê dixe Egîdê Cimo!”- navê wî ciwamêrî diket dil û mejiyê mezinên li civata giregirên li dîwana gund.

Dilovan li ser rewşa “Mîrê bilûrê” ev gotin ji min re kirin: “...Di warê mey û bilûrê de li cîhanê ew mezintirîn kes e. Bi şeref, îro Egîtê Cimo li mala xwe, bi tena serê xwe ye û birçî ye. Çendek berê ez çûm mala wî, ji ber ku heqê ceryana (elektrîk) xwe nedabû, ceryana wî hatibû birîn. Bi halê xwe yê nexweş, di tarîtiyê de di nava nivînan de dinaliya..!”

Heyf! Hezar caran heyf! Rast e, di warê mey, bilûr û fîqê de, Egîtê Cimo li cîhanê mezintirîn kes e. Lê birçî ye, dinale! Ji ber ku kurd e! Nexwe heger kesekî ermenî, rûs, ewropî an jî amerîkî bûya, niha peykerên wî çêkiribûn. Niha navê wî li ser konserwatorî û dibistanan de bûn. Bi dîtina min Egîtê Cimo ne kêmî Cîvan Gasparyan e, ku li tevahiya dinyayê xwedî qedir û qîmetekî mezin e.

Di “Qeydê Nêriyan” de fîq û meya di destê wî de dihelin. Di “Lawikê Metînî” ya Karapêtê Xaço dê bi amûran re dikeve zikrê Egîtê Cimo. Afirîner û nivîsendeyê “Lûr de lûr”, “Merşa Kurdî”, “Fantazîya kurdî” û “Dawet” e, ku weke “şaheserên” sazbendiya gelê kurd têne bilêvkirin. Egîtê Cimo, xwediyê gotina “Mirov hene bi rûhê xwe, mirov hene bi lingên xwe dikevin nava hunerê!”

Grîşayê Memê ku yek ji berpirsiyarên Rojnameya 74 salî “Riya Teze” ye li Yêrêvanê, di hejmara berfanbara 2001’an a rojnameyê de li ser Egîtê Cimo wiha dinivîse: “Ji Egît re hêsa nebûye, ku bigihêje vê derecê. Hê di zarokatiya wî de bala wî, hewesa wî ber bi sazbendiyê pêş de hatibû. Li gundê xwe yê bi navê Erdeşîrê da, Egîdê biçûk bi qamîş fîqek çêkir û dema ku roj diçû ava wî fîqa xwe hildida, radibû ser banê xênî û ji xwe re lê dixist. Cînaran guh didanê û ecêbmayî diman...”

Şamilê Beko jî hosteyekî mezin bû. Hê dema Egît zarok bû, Şamilê Beko tevî koma xwe ya sazbendiyê, li dorhêla Armavîrê, Oktêmbiryanê, Yêrêvanê, Elegezê û deverên din gund bi gund digeriya. Rojekê dema ew hat gundê Erdeşîrê zarokekî zerîn anîn ber destê wî. Wî zarokî jê ra li fîq û bilûrê xist. Hosteyê mezin Şamilê Beko bi hunera wî şaşwaz bû û wisa got: “Baweriya min bi vî zarokî hat, ewê ji bo cimaeta xwe tiştên pir baş bike!” Ew zarok Egîtê Cimo bû. Bi rastî jî hê wê demê Egît hem li meyê, hem li fîqê, hem jî li zirnê dixist. Guhdar û temaşekar bi awayê heyirî-matmayî li dora wî diciviyan.

Ez çend caran li Yêrêvanê, li kolana Têryan û li taxa Zeytûnê bûm mêvanê civat û qisedanên Mam Egîd. Piştra wisa li hev hat ku ew ji bo Festîvala çand û hunerê ya Amedê hat Stenbolê. Dengbêjê navdar Feyzoyê Rizo, ku biraziyê Şeroyê Biro û Mecîdê Fariz e jî bi me re hat. Me bi hevdu re gelek hest û demên xweş derbas kir.

Di yek ji axaftinên me de min ji Mamê Egîd xwest ku ew behsa hevnasiya xwe ya yekem bi fîqê re bike. Bi bişirîneke zirav wî wisa bersiva min da: “Rojekê min li çiyayên Axmixanê du sîtil mast da pişta xwe, anî Yêrêvanê firot û ji xwe ra fîqek kirî!”

Çand, huner û sazbendiya kurdî deyndarê te ne, Mamê Egît. Radyoya Kurdî şêkirdarê te ye. Tilî û pêçiyên te yên zêrîn, ku hevnasiya mey û bilûrê bi me re çêkirin, ter û taze bin...

Mala te ava, Egîtê Cimo, nefesa te her li dinê be..!

Salihê Kevirbirî

Cheap web hosting service is not always a good solution. I highly recommend reading some hosting reviews such as hostmonster review or ipage hosting review.

 

 

 

 

 

 

 

www.kurdishcenter.ru

 

Автор: Administrator 13.02.2007 02:14

E'GÎTÊ CIMO

bottom of page