top of page

Dayika Rojîn ji Sûrîyê bavê wê jî Kurdê Mêrdînêye. Li Edenê hatiye dinê. Pênç zarokê malbata wê heye. Ew a navîn e. Wek gelek zarokê li vî welatî dijî jiyana wê jî di nav tunebûnê de û trajîk derbasbûye. Xwendina xwe a serî û navîn li Edenê qedand. Dure jî “Adana Belediye Konservatuary” (konservatuar a şaredarê Edenê) domand. Her çi qas malbata wê li dij derdiket jî wê şaxê xwe ji huner nebirî. Çar sala çu qursa qerete. Ew fêrî teknîka xwe parastinê û dengê bû. Di vê navê de bi amatorî mûzîkê re dadiket û dersê şanê distand.

 

Di sala 1990î da k'et “Adana Devlet Konservatuary”. Di e'ynî salê da beşdarî festîvala tiyatro a Erlangenê bû. Bi lîstika “Taziyê” beşa xwe bi dereceke baş qedand. Piştî xwandina xwe qedand li “Ankara Devlet Tiyatrosu” dest bi xebatê kir. Li devrayî welêt tiyatroya zaroka û a xorta çêkir.

 

Peymana albûma xwe yî pêşî di sala 1996a da çê kir. Lê sala 2000a da albûm xilas bû. Ev astengîyek piyaseya mûzîkê bû. Çar sala gelek wexta wê biribû. Albûma wê ya pêşî, “Ya Hep Ya Hiç” di sala 2000a da derk'et. Gelek bal k'işand û dengekî bilind derxist. Piştî vê, bi fîrmaya profesyonal û navneteweyî, Sony Mûzik ra peyman danî. Bi vî awayî sîngleya xwe yî pêşî derxist û di arenaya navneteweyî da xweqebûlkirin dan, derbasî jiyanê bû. Ev di serî da ji bo wê dûre jî ji bo mûzika K'ur'dî û a êtnîk pêşk'etinek baş bû. Albûma wê ya duda bi navê “Sî” wek sîngle di 2003a da derk'et. Ev sîngle ji terefê gel hat qebûl kirin û gihîşt gelek deveran. Di Festîval a Doşu Beyazitê da ji ber stranek K'ur'dî got DGMê biyara girtina wê a giyabî (paşpenî) da. Li berxweda. Qîriya ku t'u sûc nekiriye û t'eslîm nabe. Di vê demê da xebatên wê yî ji bo albûma nû berdewam bû. Di sala 2005a da albûma xweyî dawî “Jan” derxist. Vê albûmê ji ber têkiliyên di hundirê wê da û mijarên wê, gelek deng derxist. Lewra di albûmê da 9 bi K'ur'dî, 6 bi Tirkî 15 stran hebû. Stranek klassîk a awaza wê Ara Dinçkiyan çêkiriye û Sezen Aksû dibêje “Vazgeçtim”; a Melike Demiraş “Arkadaş”, û a Lorena Mc Kennit «Tango to Evoro» bi K'ur'dî got. Strana Hakky Bulut ku li Turkiyê pir bi nave “Ykimiz Bir Fidanyz” jî got. Taybetiyek din a albûmê jî hema bêje nîvê stran û awazê di albûmê da wê çêkiribû. Albûma nû iwmeyek cidî da jiyana wêyî huner. Li ser albûmê gelek hevpeyvîn bi televîziyon û qezeta ra kir. Di 12 Nisan 2005a da xelat a “Altyn Kelebek, En Yyi Halk (Etnik) Müzik” stand. Xelat a “Altyn Kelebek” ev cara 32a ye tê dan û bi rayê gelî, xwediyê xelatê tê tespît kirin.

 

Xelat di dîroka xwe da cara pêşîye kû dik'eve destê hunermendek mûzîka K'ur'dî çê dike. Ev hunermend a di şaxê xwe da perwerde ye û piralî ye, piştî konservatuar qedand, li “Adana Devlet Tiyatrosu” da, di gelek leyistika da rol standiye. Dû ra jî di gelek leyistikên “Ankara Devlet Tiyatrosu”da rol standiye. Li Britanya tîyatroya zarok û xorta çekireye. Piştî bi qederê salekê li wir ma vegeriya Turkîyê…

ROJÎN

bottom of page