top of page

 

 

 

 

 

 

 

 

 

          

Min tenê bi xwendina berhemên Shakespeare qîma xwe neanî, min li ser berhemên wî nivîs jî nivîsand. Ji wan nivîsên ku min nivîsî hinek jê di kovarên cur bi cur de derketin, hinek nivîs jî qet li cihek nehatin weşandin. Min hemû nivîsên ku li ser tiyatroyê û berhemên şanoyî nivîsîbûn di pirtûkek de civand ser hev.

 

  Lîstikên dawetên kurdan: «Kose», «Mîr û Kizîr»

 

Di hêla hunerî de girîngîya şanoyê li ser sînemayê ve ye. Tesîra lîstikek şanoyê ji fîlmek sînemayê pirtir e. Mirovên ku ewil di tiyatroyê de lîstine û paşê derbasê sînemayê bûne rola xwe gelek xweş bi dilîzin û ji artîstên normal baştir rola xwe dilîzin. Gelek artîstên bi nav û deng derbasbûna wan ji tiyatroyê tê.

 

Lîstika şanoya kurdî di nav gel de gelek kevnare ye. Di demên berê de, di dehwetên (dîlanên) kurdan de şanoya gelêrî dihat lîstin. Ez wexta ku hêj piçûk bûm, tê bîra min di dîlanan de şanoya bi navê “Kose” di dîlanan de dihat lîstin û gel hetanî dawiyê li şanoyê guhdarî dikir û lê temaşe dikir. Lîstikek din yên şanoyî jî navê wê “Mîr û Kizîr” bû. Ev lîstik jî wekî tîyatroyê di dîlanan de dihat lîstin. Niha dehwetên (dîlanên) kurdan hatine guhartin, wekî berê nîn in, modern bûne, di salonan de bi muzîkê têne çêkirin.

 

Berhemên şanoyê têrê nakin

 

Rewşa “Şanoya Kurdî” ew qas ne baş e. Di hêla şanoyê de pêşveçûnek mezin û berfireh çênebûye. Niha her çiqas ji bo pêşveçûna şanoyê hinek kar û xebat tên kirin jî ev ne bes e. Qelsiya şanoya kurdî hê jî berdewam dike. Hinek lîstikên şanoyê tên lîstin, lê ew jî têrê nakin. Pirtûkên şanoyê jî gelek kêm tên weşandin. Gelek nivîskarên kurd hene, lê ev nivîskar berhemên şanoyî naafrînin. Tenê çend nivîskarên kurd bi vî tiştî re mijûl dibin û berhemên şanoyê diafrînin. Ew jî têr nake.

 

Di van demên dawî de, çend komên şanoyê yên kurdan hatine damezrandin. Gelek komên şanoyê yên ku berê hatibûn damezrandin jiyana wan kin bû. Ji ber sedemên aborî û gelek sedemên din, ev komên şanoyê kar û xebat û jiyandina xwe ya şanoyê berdewam nekirin. Di nav navendên çandî yên kurdan de çend komên şanoyê hatin avakirin, lê ew jî gelek bi amatorî kar dikin. Lîstikên ku ev komên şanoyê li dar dixin, lîstikên ji alî naveroka xwe ve gelek qels in. Hinek komên şanoyê di lîstikên xwe de du ziman (kurdî û tirkî) bi kar tînin, li gor min ev tiştekî xelet e. Divê yek zimanekî, ew jî tenê kurdî bi kar bînin. Ji bo ku ev komên şanoyî yên kurdan in, û ji bo gelê kurd tiyatro çêdikin û dilîzin, divê zimanê lîstika wan jî kurdî be. Di lîstikekî tiyatroyê de du gotin bi kurdî û du gotin bi tirkî axiftin qet baş nîn e. Wekî ku min got, pirtûkên tiyatroyê yên kurdî gelek kêm in. Rast e kêm in, lê li gel wan pirtûkên heyî, gelek pirtûkên nivîskarên biyaniyan bi kurdî hene. Di dema me de gelek pirtûkên nivîskarên klasîk yên cîhanê hatine wergerandin û bi kurdî hatine weşandinê. (Weşanên Helwestê jî dê ji niha û pêve giranî bide ser weşandina pirtûkên şanoyê.) Komên tiyatroyê van lîstikan dikarin li ser sehneyê xwerû bi zimanê kurdî bidin lîstin. Di lîstina lîstinek şanoyî de sahne gelek muhîm e. Dekora wê, kostumên wê, ronahîkirina wê divê baş bê amadekirin.

 

Tiyatro beşekî, şaxekî edebiyatê ye. Edebiyat bi xwe îlmêk e, zanistiyek e. Ji bo ilmê edebî tiyatro obje ye. Di ilmê edebî de rola nivîskarên edebî gelek girîng e. Yên ku hunera lîstikê radixe holê nivîskar e. Nivîskar bi berhemê xwe rê ji lîstîkvanan re vedike.

 

Stîlîzekirina temaşevanan

 

Tiyatro xezîneya hunerê ye. Yên ku rê ji sînemayê re vekiriye hunera şanoyê ye. Di vê hunerê de rolekî girîng jî dikeve ser milên lîstikvanan. Lîstikvan ku di sahneyê de rola xwe baş bilîzê, wê gavê dikare mirovan di sehnê de stîlîze bike. Lîstikvanên tiyatroyê mirovê axaftinvan e. Ew bi rola xwe û bi axaftinên xwe temaşevanan dide fikrandin. Diyalogên di nav lîstikvanan de ji hemû tiştan girîngtir e. Di axaftina xwe de ji diyalogek derbasî diyalogekî din bûyîn û bi taybetî diyalogên dramatîk gelek muhîm e û jê re hunerek zanistî dixwaze.

 

Di tiyatroyê de cih, dem û bûyer jî gelek girîng e. Trajediya grekî hevgirtina cih, dem û bûyerê dixwaze. Trajediya grekî, hevgirtina qaîdeyên Arîstoteles bi cîh hanî ye. Ev qaîdeyekî estetîkî ye. Em bêjin ku nivîskarekî şanoyê bûyerek dinivîsîne ku di nav du saetî de ev bûyer di eynê cîh de dest pê dike. Lê divê rewşa berî vê bûyerê jî bê nivîsandin. Mesela Oîdîpu bi diya xwe re dizewice. Lê ji bo ku ew bi diya xwe re bizewice, divê berî zewacê bavê xwe bikuje. Wexta ku nivîskarekî şanoyê lîstikek şanoyê dinivîsîne divê pêşî bide xuyakirin ku ev lîstika şanoyê di kîjan cih de derbas dibe, wê bide fêmkirin. Di lîstikekî şanoyê de bûyer ji bo ku pêwîst e dibe ku li Londonê, Berlînê, an jî di herêmek çiya de, yan jî di nexweşxaneyek de derbas bibe. Xuyakirina van cih û waran di sehnê de derbas dibe. Ji bo vê yekê divê têkiliya nivîskar û sehneyê bi hev re xurt be. Nivîskar cihê bûyerê di şanoyê de li ser sehnê wekî Madrîd, Stenbol, an jî Amed bide nîşandan, divê daxwaziya Îllusîonê xwe ve girêdayî be, bizanibe ku bê Îllusîonan teatr nabe. Ji bo ku Îllusîon baş bê fêmkirin, ez li vir mînakek bidim: Şêxzadeyekî kor bawer dike ku di qesra xwe ya nexirabkirî de dijî. Lê bi eslê xwe di xaniyekî xirabe de dijî. Ew dibêje qey ji Kral re serî xwar dike, çok dide erdê, lê di eslê xwe de ew ji reşikek re çok dide erdê. Bûyera şanoyî ya ku derbas dibe wek cih eynî ye, yek cihek e, lê bi Îllusîonê ew cih bi lîstika di pêşberî Şehzadê kor de dibe du cih. Cîhek ciyê ku temaşevan dibînin, cihê din, cihê ku Şexzadeyê kor pê bawer dike ye. Wekî her hunerî hunera şano (tiatr) jî cîhanekî bi şekl e, cîhanekî çêkirî ye. Lê her cîhana çêkirî wisa hêsan nayê çêkirin, nayê bi şekilkirin. Her çiqas nêzî aqil be jî, qaîdên estetîkî sînorên xwe hene. Her huner ji çêbûyiyên teknîkên yên dema xwe feyde dibîne.

 

Di şanoyê de cih û dema bûyerê

 

Piştê ku bi kurtahî be jî, ez li ser cih sekinîm, vêca dixwazim li ser demê bisekinim. Lîstikek şanoyê tenê bi cîh-mekan- ve girêdayî nîn e. Têde dem-wext- jî heye. Sehne hem cih û hem jî demê dide diyarkirin. Cih û dema bûyerê, ji bo lîstika şanoyê girîng e. Lê di hinek lîstikên trajedî de demê nadin nîşandan. Di vir de dem wekî naturalîstî bi hev ve girêdayî ye, hev du teqîb dike. Lê, hewce nîn e ku her dem jî wiha be. Wekî mînakek: lîstina şanoyê ya ku Nestron nivîsandiye “Roja Dîlanê, Mirin” lîstikek pêkenokî ye. Di vê lîstikê de di eynê demî de, di eynê wextê de du perde heye. Bûyera di perdeya duyemîn de û ya perdeya yekemîn bi hawayekî hostatî bi hev du re hatiye girêdan. Û bi hev re yek demî hatiye çêkirin. Di şanoyê de dem dikare bê kinkirin, dikare hêdî bê meşandin û dikare zû jî bê meşandin, dikarê bê seknandin û dikare bê nûkirin.

 

Rewşa Fîguran jî gelek girîng e. Di hunera şanoyî de lehengên (qehremanên) tradejiyê û lehengên komediyê bi her awayî ji hev cuda ne. Ferqek berbiçav di nav her duyan de heye. Lehengê trajediyê xwediyê kêrhatî û xisûsiyetên taybetî ye. Divê ew bi hunera xwe ya lîstikvanîyê, bi xisûsiyetên hunerî dilêşiya temaşevanan zîz bike. Sucdariyê û bê suciyê li hev û du bixe û li gor qeîdeyan pêşkêş bike. Em bêjin ku lehengê lîstika şanoyê mirovekî xirab e. Divê nivîskarê şanoyê piçekî rih bide vê xirabûyîna wî. Di şanoya almanî de mirovekî sempatîk di cih de dibe şeytan. Hîkariya, anku bandora (tesîra) hunerê jî ji vir tê.

 

Temaşevan xwe di şexsiyeta lehengê de dibîne

 

Di şanoyên dema qedîm de û bi taybetî jî di şanoyên Shakespeare de leheng (qehreman) ji qada çîna herî bilind e, ji nav esilmendan e, ji nav arîstokratan e. Temaşevan dibîne ku mirovek ji çîna wî bilindtir wekî wî bi dilêş e, bi kul û keder e. Ev tişt jî ji bo temaşevanan tesîrekî xwe heye. Bandora wê lîstika şanoyê li ser temaşevan heye. Temaşevan di sehneyê de di şexsiyeta lehengê lîstikvan de xwe dibîne.

 

Di lîstika şanoyê de û di lîstikvaniyê de ziman gelek girîng e. Di esasê xwe de zimanê şanoyî pirr û pirr girîng e. Bi kar anîna ziman û bi rolekî hunerî lîstikvan dikarê hemû temaşevanan bixe nav heyecanê. Bûyerê dikare dramatîze bike. Ferz bikî anîna xeberêk (nûçeyek) dikare bi girîngî bala temaşevanan bikşîne. Karanîna zimanê şanoyî jî bi serê xwe hunerek mezin e.

 

 

 

 

 

 

lokmanpolat2000@yahoo.se

http://www.diyarname.com/news.asp?Idx=3533

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

       

              

 

     Я не только ограничивался чтением статей о Шекспире, но и комментировал их. Многое из этих комментариев опубликованы в разных источниках, некоторые пока не опубликованы. Все свои статьи и комментарии о театре я собрал воедино в одну книгу.

 

Представления курдских свадеб: «Коса», «Мир и Кызир»

 

    На мой взгляд искусство театра значительно отличается от кино. Театр гораздо большее влияние имеет, нежели кино. Как правило, театральные актеры успешнее снимаются в фильмах и легче справляются со своей ролью, чем киноактеры. Много известных актеров, снимающихся в фильмах, являются именно театральными актерами.

 

    Истоки курдского театра берет свое начало из далекого прошлого. В старину на курдских свадьбах также имели место всевозможные театральные представления. Еще когда я был совсем маленьким, помню как на свадьбах давали представление “Коса” и зрители никогда раньше времени не расходились, а с удовольствием досматривали до конца. Помню, было еще одно представление “Мир и Кызир”. Ее тоже представляли как театральное действие. Сейчас курдские свадьбы и мероприятия претерпели значительные изменения, теперь они не как раньше, стали современными, проводятся в ресторанах и только в сопровождении музыки.

 

Одни статьи о театре не достаточны

 

  Положение "Курдских театров" оставляет желать лучшего. Каких-либо продвижении не замечается. Сейчас очень мало работы ведется для продвижения театров и это очень плохо. И отставание курдских театров, к сожалению, продолжается. Где-то что-то готовится, играется, но это недостаточно. Да и книг о театре практически нет. У курдов немало писателей, но они, как правило, не увлекаются искусством. За исключением нескольких из них, которые хоть как-то занимаются в этом направлении. И это, как известно, тоже недостаточно.

 

  В последнее время, были созданы несколько курдских театральных коллективов. Многие, из прежде существующих, к великому сожалению, не долго "прожили" и распались. По банальной экономической причине и многих других причин, такие коллективы, к сожалению, прекрашают свою театральную деятельность. В разных культурных центрах курдов несколько коллективов создано, но они всего лишь на правах любительских коллективов. То что они представляют в своих спектаклях, естественно, оставляют желать лучшего. Некоторые коллективы в своих спектаклях используют два языка (курдский и турецкий), на мой взгляд это в корне не правильно. Нужно на родном языке, именно на курдском готовить свои спектакли. Потому что это именно курдские театры, и спектакли готовятся для курдской аудитории, и логично, чтобы это было на курдском языке. А демонстрировать на сцене половину курдского и половину турецкого, не заслуживает внимания. Как я уже отмечал, очень мало книг о театре на курдском языке. Очень мало, но наряду с ними, есть работы многих авторов, переведенных на курдский. В наше время очень много книг мировых классиков были переведены на курдский. (И сегодня, все значительные издатели должны обращать свое внимание по изданию книг об искусстве.) Театральные коллективы имели бы возможность воспользоваться этим и обогатить свой репертуар. В спектаклях сценический язык очень важен. Декорации, костюмы, свет должны быть граммотно поставлены.

 

  Театр - одно из направлении искусства. Искусство само по себе целая наука. Для искусства театр объективен. И в этой науке участие писателей необходимо. Писатель дает оценку тому или иному мастерству. Своим творчеством писатель открывает дорогу актерам.

 

Стилизация зрителей 

 

Театр - очаг культуры. Именно он открыл дорогу для кино. В этом очаге не малую роль играет и актер. При хорошей и безупречной своей игре, актер имеет громадное влияние на самого зрителя. Актеры театра это актеры разговорного жанра. Своими ролями и разговором они заставляют зрителей задуматься. Их диалоги очень важны. В процессе перехода из одного диалога в другой, в особенности при правильной и граммотной постановке нужна особая сноровка и мастерство.

 

  В театре место события, время также имеют особое значение. Все должно соответствовать своем жанру и требованию. Греческая трагедия, например, время и место действия соответствуют жизнедеятельности Аристотеля. Это эстетическая форма. Скажем, драматург описывает события , в котором происходящее описывается в определенном месте и времени. Но он должен описывать и предшествующее этому событию. Например, Ойдипу женится на своей матери. Но прежде чем жениться на ней, он должен убить отца своего. Описывая то или иное событие, драматург должен уточнить время и место произошедщего, чтобы было все понятно. Где бы не происходило событие; будь то в Лондоне, Берлине, в горах, в больнице, оно должно быть оправдано. И эта задача возлагается на сцену. Соответственно писатель и сцена должны быть в тесных контактах. Работая с такими сценами как в Мадриде, Стамбуле, или же Амаде писатель должен находить компромисс между реальностью и воображением, учитывая, что без воображения театр не возможен. Чтобы быть более конкретным, приведу пример: Один слепой Шехзад, что живет в своем безупречном мире. Но в реальности живет в убогой хибаре. Думая что он преклоняется перед Образом, а на самом деле опускается на колени перед какой-то черной дырой. Одно дело действие, происходящее на сцене, а другое действие, происходящее в воображении Шехзада. Одно то место, где наблюдают зрители, а другое место в воображении Шеххада. Точно также в искусстве театра есть реальное место и воображаемое. Но иллюзия легко не строится, не становится явью. Как бы не благоразумно было, тем не менее свои эстетические границы имеюстя. И все предлагаемые обстоятельства оправданы своим временем и местом.

 

 

Место и время действия

 

    Выше, в кратце мы поговорили о месте, а теперь немного о времени. Спектакль зависит не только от места события. Но и от вре. Сцена деманстрирует и место и время. Место и время действия очень важны. Однако в некоторых трагедиях время не указывается. Здесь время и реальность взаимосвязаны и дополняют друг друга. Но, не всегда так. Так например: комедия Нестрона “Умерли в день веселья”. В этой комедии в одно и то же время два действия. И оба эти действия очень мастерски взаимодополняют друг друга. И вместе они создаются. В спектакле время может быть укорочен, может замедляться, а может, наоборот ускориться, может остановиться и может обновиться.

 

  Положение персонажей также важно. На сцене трагические и комические герои, естественно, отличаются друг от друга. И разница значительная. Трагический герой, он важен и индивидуален. В силу своих способностей и мастерства он заставляет зрителя сопережевать. Четко проявить виновность и невинность и преподнести. Скажем, наш герой отрицательный. Здесь также драматург должен вдохнуть в него хоть немного души. В немецких театрах ангел внезапно превращается в дьявола. И степень таланта исходит отсюда.

 

Зритель видит себя в персонажах

 

  В средневековых пьесах и в частности в пьесах Шекспира герои всегда в центре внимания, в кругу свиты, среди аристократов. Зритель видит, что страдания того или иного героя очень схожи с его страданиями. И это заставляет зрителя переживать. Игра актера сильно влияет на зрителя. Зритель видит себя на сцене вместо этого героя.

 

  Очень важную роль на сцене играет язык. Именно сценический язык очень важен. Правильная передача речи в совокупности с актерским мастерством сможет целиком и полностью обратить зрителей в свою власть. Может драматизировать действие. Даже одно слово , выпущенное в точности, может заинтриговать зрителя. Владение сценической речи, это отдельное мастерство.

 

 

 

 

 

 

lokmanpolat2000@yahoo.se

http://www.diyarname.com/news.asp?Idx=3533

Di nav şaxên edebiyatê de hunera herî bi hêz hunera tiyatroyê ye. Di van demên dawî de min dest pê kir çiqas pirtûkên li ser teorî û hunera tiyatroyê hebûn, min peyda kirin û xwendin. Piştê wê jî min dest bi xwendina berhemên şanoyê kir. Di nav berhemên şanoyê de min herî zêde berhemên Wîllîam Shakespeare xwendin. Berhemên Shakespeare gelek li xweşa min çûn û min du pirtûkên wî jî wergerandin kurdî.

 

Из всех видов исуксств важное место занимает театр. За последнее время я набрал много книг по искусству театра, перечитал их. Затем я прочитал много статей о спектаклях. Среди них особое внимание я уделял У. Шекспиру. Тема Шекспира мне очень понравилась и я даже перевел на курдский две его книги.

Lokman Polat

Локман Полат

bottom of page